A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Pîma û Same
212 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Pîma û Same

Pîma
wekî pûmayekî girgîn
û lap binecî
di çavîka împeryalê ya spî de
kuta dike dîmeneke bo dîroka me binê zemanan

bi destê min bigir Pîmayo
li daristana şaristaniyên asparagas
nîne ciyê me
binecî ne em
li ser rênexşeya daristana xwe ya xef
em pêk ve ne, gewdeyên me li dûrî biviran

katjimêreke naylon î tîrşikestî
hesta dema derewîn dide
ciyên ku em bikaribin biçinê
serdemên ku em ê tê re bibihurin
etlezên ku wê tê de li me bigerin
kurtebirriya bihevrebûna me ye, ne stêle ye
hindikahiya me ya terkeser

pê dizanim, şêt î tu lo Pîmayo
li nava deryayên kûr xwe ditelînî
dinizilî perava parzemîna bûnewerê

pê dizanim, berbelav dibî lo Pîmayo
li nava daristanên kûr bi wateyên kokqelînek
Same
westa cemserî ya jêrhişên bêetlez
li strûyên gakûviyên xwe
stêrkên rênas û şopger
ji ber wê ye şev hêwra xwe datîne li Bakur
ji ber wê ye
li ser serê her Sameyekî dîwana stêrkan her

niştimanên ku tapoyên wan nehatine standin
dê rojekê bêne standin bê guman
û Sameyên stêrkzarok
postên mamûtan li cendekên wan
û Pîmayên binecî û sorgevez
di sûretên wan de mifrezeyên keştîsaz
dê vê tariya ku dîroka me lê hêwiriye
bi stêrkên tilismî yên li ber devê kevanê
bê guman dê bêne hev
li têkçûna serê her sedsalekê

te pirsa xezala xerîb û xerîbîstanan kiribû
beriya ku me yê dest bi vê dîmena bo dîroka me dûr bikira
gelo dê vegere, min got, ax ew xezala çiyayên Ruhayê?

dê vegere bê guman
ew ê jî vegere
li gel roya li ser serê strûyên xwe

20 Sermawez - 3 Berfanbar 1996 / Stenbol