A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Rawestgeha Dîlên Şkestî
843 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Rawestgeha Dîlên Şkestî

________________ Bo Cemîl Denlî

(Pêşgotineke helbestî)

kes lex min ve nayê
fenanî berateyekî li çolemetiyê
li ber dilovaniya bayê germ, pûç dike,
ji kerkeneyê dilzar dibûm
va ye, ez jî bûm kerkene
kes lex min ve nayê
ez çawa mirim, tê bîra min
dilketî bûm, hatim gewixandin

I.
em bi rê de diçûn, hêvî dibû bazar
me rê neda gêzikvanan
me du tişt ji girdava jînê parastin:
çivîkên mirî û zarokneteweya me ya selpakfiroş

ew in esl û feslê vê demê
vebêjên fesîh ên vê kuçeyê, vê kolanê

II.
em diçûn ber taqên bajaran, me şitafek dida xwe
- mirov çawa ku pêsîra çakêtê xwe rast bike wisa --
li binê kevaneyên dergehan radiwestiyan em
di rêwîtiyeke nû de
aliyên me yên daristanî çi divên
di çûneke bêşêwir de
bi dilekî kelodîn î gîhadirûnî
me bîr biribû van agahiyan

kevneqapûtên me
pênûsên me
Mem û Zîn
şakiro
Ciwan Haco
serdanpê bi rêk û pêk
di bîbikên me de
qurnefîlên me
qurnefîlên me

ew zimanê nexşeya me yê hevçerx
çima mirinê tîne bîra me?

III.
min tu dişibandî qurnefîlekê ji qurnefîlan
ez mirovekî bê paseport im, zirav im, helbestkar im
kurê dayîkeke bindest im
dizanim, peyvên min ne almastî ne
pirr diaxivim

dizanim
şoreş e, yar e, neyar e, giyanê nalebar e
wê li min, li te bibe haho ye
binpêkirin e binpê dikim
ez ji te hez dikim

IV.
kes lex min ve nayê
pace caxû caxû, dinihêrim li bajarê qaqlîbazan
mîna pilingekî birîndar e payîn
ku di hembêzê de evîneke qedexe mezin dikim
hînî dirrindetiya mirovane dikim
dibehicim, dadiwerivim, dibarim

baran dibare rezê xelkê
dêliyên min hişk dibin
ew kilama kevnar e ala navxweyî hil dike
____________bi destê min û bi destê te:

Malbrough s`en va-t-en guerre!
Dieu sait quand reviendra!*

çalak e helbest, dirrindeya deman
devbixwîna kediyan, kelimandina bêzimanan

(Bêhnvedanek)

di çîçika sibehê de, darên kedî li ba dibin
xunavê xwe li min girtiye
katjimêr pênc û nîv
li te difikirim Bêrîvan
tê gihiştî Bêrîvan
hezkirinên me bûne şervan

ma ji te re henderan
ma ji min re henderan

(Benîşt dicûm, qedexe ye; dîsa jî kes pê nizane...)

malî ava dîroka min a hêçketî
te wilo lê anî
neteweyek kor dinihêre, kerr dibeze

ma qey tê derevekirin evîna derketî serê çiyê
bi zimanekî bêzilam, ku pêgermokê digerîne
di navbera Serkeftin û Rojbaşê de

V.
ne xema min e
qebqeba rikewê
heke dernekeve stêrka Mexrebê
gilî dikim, ez im hilma Xwedê
yekpare giyan, dûrebîn im
tu
bi bayê şilfîtazî
tu, dena xwe didî min
dixulxulim li ser lêvên te
biramûse birînên min ên civakî û dilêr
ew jî şoreş e
ku fêm bikin bêçekên evînê
xeyala kûr e, zimanê dûr e
wateya li qaşa gustîla neteweyan nivîsandî

evîn kordunde, evîn Kurd û winda
ez dildarê te yê kevnar im
hatim ji hezkirinên rewend
diçim, li ser zimanê min kilamên berbend

temen dêris dibe, pûç dibim
kal dibim, kal dibim, kal dibim
ji girê dîrokê ve yara`m
min bihewîne Bêrîvana`m

VI.
û hogirekî dilêr î fena min evdal digot: "Gavekê bi şûn ve mevêje ji
şervaniya hêmayê. Rêka ku em ketinê, pê dizanî, tê binavkirin wekî
"serdestiya demê." Lê dirêj dinivîsî tu vê kerratiya helbestê."

min ji we re behsa rihanên ber devên geliyan dikir
rûbarên esmanî, çemên ku miriyên me hilanîne
behrên kûr, ku diteyîsin li binê bijangên me
me xwe avêtiye bextê birrekên xwekuştinê yên tûj
em diçin, şoriya zeryayê; em diçin, benderên
_________________çûyînê ye

û Rênas, tû rênas î, çiyayên enternasyonal têk de dinasî
ya ku ez dikim, bila bimirim, bimirim, bimirim
dîsa jî, helbesta evdal ji gund ber bi bajêr ve bînim

helbet, Hêma pirseke civakên hêçketî ya karesat e
niha Tofan e, li çiyê Nerûdayekî gêrîla ye

û jandana me dûr dikêşe
ew kilam jî, ew kilam, ew kelama zêrgar jî
şûşeya dilê şikestî cebar nake
bi tenê, hê jî dibêjim
lê me bimirim nemiriyê
û venegerim jîna kûr dîsa
ku awirên Bêrîvanê ne, refek qulingên niştimanî
___________________xwe berdidin golên xalî

gelo çi ye ji vê serbûriyê mayî
______________________ku min venegotiye?

*: Kilameke Frensizî ya kevin: "Malbrough diçe şer! Xwedê dizane wê kingê vegere!"

(Salname, Weşanxaneya Lîs`ê, 2009, Amed)
__________

Ji bo Kawayê ku bûye dîwarê min î şerejiyanê
Spasî bo Hoşyar, Diloyê Qamişlokî, Roza, Hisoyê Koçer û Tehloşêrîn
-û ji kardoxan vir ve hevalê min: îsmaîl Geçîcî