Ey av û av, ey av û av Ma tu bi `işq û muhbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê ra`hetê
Bê ra`het û bê sekne yî Yan `aşiqê baxwe xwe yî Yan şubhetê qelbê me yî Ji işqa kê natebitê
Ji işqa kê her têy û têy Heta kengî her bêy û bêy Bo min bi bêje `heyranê kê y Da ez bizanim qisetê
Da ez bizanim vê surrê Ji hindekê heta purrê Ji me`neya vê gurrgurrê Ji kê ra dikî vê ta`etê
Ta`et dikî bê pa û dev Çendî dikî çûna li hev Dengê te tê bi roj û şev Zikrê dikî bi `haletê
Ji kê ra dikî zikrî bi `hal Qet guşguşa nakî betal Şubhetê min re`htê `emal Şevan û rojan xew netê
Şevan û rojan bê xew î Ji mi`hbetê kê ditewî Şevtariyan qet na`hewî Tu j`emrê kê vi kez ketê
Ji emrê kê her têy bi bez Sewdaser î şubhetê ez J`kêrra dikî çûna bi lez Vê serqutan û `xulmetê
`Xulmet dikî bê pê û dest J`kêrra dikî çend koh û pest Baxoy negot gavek vewest Hindî diçî dengê te tê
Dengê te tê bê Pê û hev Ta`et dikî bê qelb û dev Peyda dibi j`te Mewc û Kev Şîn bûy ji rengê qudretê
Geh geh sipî şubhetê şîr Qet mislê te na çin tu tîr Renge ku te yar tête bîr Meyla `Hebîb j` çûna te tê
Lazim te me`hbûbek heye Yan dost û me`tlûbek heye Yan meyl û mensûbek heye Lew bê libas û kiswetê
Lew bê libas û tazî yî Bi reqs û seyr û gazî yî J`kêrra dikî `işqbaziyî Remz û sirran te vêketê
Remz û sirran vêkrra dikî `Hemyan vi baxorra dikî Wek `aşiqan sêran dikî Gerha di mîhra `xurbetê
Gerha di mîhra pîredinê Qet nanivî, nasekinê Reng şubhetê qelbê minê Ji mi`hnetan û ze`hmetê
Ze`hmetber î, mi`hnetkêş î Tu nazik î, teb`etxweş î Bê ri`h li erdê ra d`meşî Bê dest û pê tu j`kû ve tê
Bê dest û pê, bê çeng û pêrr Bê pêl û mewc û fetl û gerr Peyda dibin j`te kerr û ferr Nakî beyan vê `iletê
Vê îletê beyan bike Tu vê sirrê penhan bike Carek li min `eyan bike Da seh bikin hîkayetê
Da se`h bikîn vê mes`elê Cuz`ek ji be`hsa ewelê Binyad-i bûna menzelê Dewran û çerxa xîvetê
Xîveta `alem di navê Ji berketa feyz û gulavê Min temenna kir ji Avê Ji me`niya heqîqetê
`Heqîqeta van Cewheran Me`rîfeta `Enasiran Penhan neke j` yar û biran Bê fêm bibêje `hikmetê
Bê fêm û qîl û qal bibêj Hêdî bi lefzê `hal bibêj Ber Mîm û Hê û Dal bibêj Şerh û beyana kaxetê
Da kaxetê isbat bikîn Qeydêd hûr î`tibar bikîn Carek li min îzhar bikîn Wazî`h ku fehmê min re tê
Dîdar û dîna Sertemî Avê bi rebbê `alemî Tu `Hadîs î yan Qîdem î Yan tu nizanî hikmetê
Ber çi ne meşrû`h ew sixin Rojek ji bunyada mezin Bîna qede`h jê d`hate min Ew bîn ji bunyada te tê
Ew reng dibêt ava zelal Buhrîn li min çend mah û sal Qet kes nekir li min su`al Heta giham vê sa`etê
Heta gihame vê demê Ma yek nebû d`vê `alemê! `Ebdek ji puşta Ademê Bifkir di e`hwalê Şetê
Kehnî dizên Cû jê diçin Hindî Xudê dan Ins û Cin Qet kes nekir ev pirs ji min Ne j`Enbîyayê Ommetê
Miksî dibê avê we bû Pêxemberan aqil hebû Qet hewceyê pirsan nebû Wan dest gihabû su`hbetê
[Avê digo: Feqî rabe Bê tedbîr û `emel nabe Ji halê te dê çawa be Ji kê ra dikî vê sohbetê]
Ew su`hbeta cara ewil Pêxemberan d`zanî şu`xil `Eyb e ji bo ehlê aqil Teftîş bikin me`rîfetê
Me`rîfetê teftêş bikin Pirsan li bûna pêş bikin Wan qissetan vetêş bikin Li `Arifan kerahetê
Qenc vê qissê izhar bike Li `Arifan ikram bike Xelqê Xudê `eqil bike Da se`h bikîn kirametê
Xelkê Xwedê `aqil kirî Hemî `arif û kamil kirî Nûrek di dil da hilkirî Eslê qisan rê dibetê
Ê mislê min bê `ilm û xet Mecnûnekê `heywansîfet Bê teftêş pirsyaran diket Bê rehnima kî babetê
Pirsa Feqê bê cih nebû Lewrra di furqanê hebû `Erşê Xudê li ser te bû Avê gelo bîra te tê
Avê cewab da bê suxen Ezman nebû, b` `hal gote min Remzên di padşahê mezin Sub`han ji vê seltenetê
Sub`han ji Me`bûdê li ser Kî dê j` `Ellah ra kit xeber Em çar Bikir anîne der Kiç bûn di kenza qudretê
Kiç bûn di kenza qîdemê Baxoy ji `işqa Ademê Anîne karê `alemê Zahir kirîn l`vê sûretê
Zahir kirîn çar Bakire Ba û Av û Ax û Agir e `Heywan hemû jê çêkir e Dar û Nebata kiswetê
Dar û Nebat û Le`l û Zer `Heywan û esnafên di ser Teyr û tiyûr û De`bewer Teftêş kirin ji nutfetê
Çi tişt pîçe naferricin Însan ji Tînê d`xaricin Lew Cin ji narî d`maricin Dûr e li Melek teb`etê
Çar teb`etîn vêk ra Zidîn Hem Ateşîn hem Baridîn D` be`hra Heyûla d`waridîn Melbûs bi vê wechîyetê
Bi çar wechan em Yabîs în Muqîm yek e em `Hadis în Lewra Ritûb û Yabis în Hem jî dixwazîn ref`etê
Hem suflewî bazî dikîn Hem meylî evrazî dikîn Hem Keynûn hen gazî dikîn Carek bibînîn ru`yetê
Carek bibêj em çar Xweh în Bê mesle`het nakerrihîn Ji meşyetê nabetihîn Cuda kirîn j` wesfîyetê
J` wesfîyetê cuda kirîn Ji su`hbetê em rakirîn `Heta qîyam sewda kirîn Sergeşte în di `hîretê
Di `hîretê sergeşet în Qaim li ser zatê xwe în çarde tebeq karê we în Rabû ji maza `xefletê
[Feqî got: Ew`alim in ez feqe me Serserîyek ................ Ez hewcwyê pirsa te me Li min bike tu şefqetê]
[Ava mezin firfir meke Zikrê bike fexrê meke Ehlê Xwedê aciz meke Bes e bide min ezyetê]
[Ava mezin li hev şêwirî Pêla pê ji Feqe inirî Dav dav li Feqe ..... Ku bavê dîyarê zulmetê]
[Gava Feqe xwe têk dida Pêla pêş xwe li stû dida Feqe girt û l`erdê dida Go: Her bimre l`xisaretê]
*Yên di nava kevanekê [...] di Dîwana Feqîyê Teyran a ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatî berhevkirin de tune ne. **Li gor ya Seîd Dêreşî hatiye serastkirin.
Şîrove
Najiba 09-04-2020, 21:41:54
baş gelek gelek spas ,ji wê vîdyoyê re
Mîrehmedî 03-03-2021, 07:59:35
Feqî; di dîroka Kurdistanê de şexsîyetek mezin hem jî balkêş e. Şair, zana, alim u abidê Kurd u Kurdistanê ye. Ş'îrên F.Teyran, di homa çand u edebîyata me de li hemberî Fuzûlî, Nesîmî, Şeyx Xalibê edebîyata Tirkan e. Zimanê wî hêsan u dilsûz e... Rehma Xweda li Mela be; fam u aqilmendî jî li ba ba me be...
Keservedana Pêncî û Duyemîn - Fewzî BîlgeRî ya min weka serfirazîyên helbestê to bera mamoste . Xweda mirovê weka şima zêde kera .. Neteweyê Kurd hewcê mirovê weka şimayo ..
Pê Xweş Im Ez - Seydayê TîrêjBelê ma ez çewa şiroveyê nanivîsim heyran. Bila şirove kûçikên we bin :) ez dixwazim vê bêjim min ji vê helbestê pir fêhm nekir. Di pirtûka Hayrettîn Ekîncî de pir cuda ye. Gelek peyv ji hevdu cuda ne. Nizanim kîjanê rast e êdî. Orjînala helbestê me bidîta baştir bû. Spas.
09-04-2020, 21:41:54