A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Dara Hinaran
722 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Dara Hinaran

Dizivirin, timî dizivirin li hewşê, li dorê,
Çav li başkurîyeke tewş, bona wê karê,
Da ku wê axpîna hişê kor şov bikin,
Beyarên nezanîya xwe ya kok bi tov bikin.

Zilamek, û zimanek, yekî zehf û zor,
Pê re xayîn gerîyaye paytexteke dilkevir, serşor,
Ew jî dizivire, timî dizivire li dorê,
Dil î li wê başkurîya nearxayîn, bona wê karê.

Ew î Sysphosê Gilîdaxa bedewîyê, bext î çê
Wekî hê jî wext î heye zeft bike werçerxên bê;
Ji çilî derbas, ji wan rewanên garan xelas,
Bona kîjanî silsilet ê bibêje, “Ne ‘heyf? Bû las…”

Derî û pencereyên caxcaxî lê vedibin, lê tên dadan,
Beyanî û êvaran, xema Kardoxê şervan lê tê badan;
Dûajoyê Fêrîkê ku sewta rikê malîyan lê disivsive,
Dikêlime bo darê, “Hinarê! Ji çi re tu nadî xwe ti çiv û liv e?”




Pê ve kenê bêxwê ye dilmînîya vê koma genefis,
Li nava xêzika wê darê gazî û pirs dike bê deng û his
Zilamê danavî, ça’ berê gotî, “Lo Mîro! Şerê giran bişîne!
Bobelata ku vê xas û ‘amê geş bike, ji vê xweyê daweşîne.”

Lê dar e hê virnî ye, zehf î bê reh, bê pişt e,
Li dewr û berê, li çerxê sekinî ye mêrê bi xiştexişt e;
Berên wî yên terr totî nava zomeyên dahatûyê bûne,
Çîyayên wî yên belorî terayî ser bendewarîyê bûne,

“Axo!” Dikêlime, “Min dil da takedareke req û rût,
Bi forma wê pê ve girt hinarek; pêk ve bûn pût…”
Ji nişkê ve lê derdikeve Arîyê serdema berf û baranê,
Ew î bi tûncik-temelî; şa‘îrê ku zehf cizaret danê;

Yêd veşartî ye li dilê nepak ê Kurdistana bêxew,
Di ser re fir û ger dikin balindeyên esmanê kew;
Şev nîvê şevê, axo, diqirçin hestîyên wî yên xas,
Şi‘êra wî li Gelîyê Tîjrateyê olan dide, digire meras,





Bi firê dixe teyr û tûyên kelepora şermoke,
Awaz e lê dibe baz, lê, ne bazevan e mala bîroke;
Ew jî dizivire, timî dizivire li dora dara hinaran,
Yêd ramûsanên xwe veşartî li gir û gazan bi ax û zaran.

Bi çerx û doş, yêd dîsa jî bi xuroş, ew zilamê xwaz,
Ku îşê xwe nayne ji Xwedayê bextnûs û kiryarsaz,
Dibîne çendî jar e hinara ku sîyê bend nake,
Spinoza lê derdikeve bi dîtina ku dibîne berxê bêmak e.

Roj pê ve çap dike gurdika xwelîya mexerî,
Tevî mite‘hîtên ‘hît, dizên se‘habe, bi pakîyê re diqusînin terî;
Roj pê ve, li wê xozana bi zimezim, gumanê qam dike,
Tevî gêrikên zurbe wî jî dil heye ramanê tam bike.

Lê çav î li pelên keskegewr ên hinara bendî,
Ya ku wê bi sal û zemanan bide zora xwe bi rindî,
Kunkunî bike mazmazka vî girê li raserî bajêr
Û axirî bide şermê van kevirên zivir û kêr,





Tevî kela dil lê derdikevin sûretên Gonne û Brawneê,
Gava ku vehest dike bi Keatsê herciwan, Yeatsê libendemanê,
Li gel kîjanan wî da xwe, bi pakî temenek kirtîs kir,
Ji çengek erd re çi? Xîm û ban ava nebû, bedenek dêris kir.

Li nava xanîyê tev de gildîn, ji jûrekê ta bi jûreke mayîn,
Li kê derê li ber xema lekî sekinîbûn bende bi kayîn,
Xitim kir pelên reş î serfiraz, nasî berjêr û hevraz,
Pûrtevekir daregêlaz, pê re, pê re çêbû hizra nerm û baz,

Ku hêvî ye tesele bibe kelam li vê darehinara xeman,
Li kerdîya wê şilêrên çilmisî, termê jina esmer e binzeman,
Şewq û şemala serdema zêrîn a pakî û nepakîyê,
Sûretê wê fena pelên payîzê didêre nava hewşa daşxaneyê.


*21.07-03.08.2015, Hepsa Midyadê
*Bi destûra helbestvanî ye.