A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Peyayê Ku Çîyê Di Bîr Tîne
375 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Peyayê Ku Çîyê Di Bîr Tîne

“Min jîyana xwe anî heta vê derê…”
Salveger, Odiseas Elitis

I

Wate pabend e li gel Dema kavilan
Tu pêşî wê ajdana bêdawî di bîr bîne
Û xwe girê de bi sewta avê ve

Ya ku dengekî xwînî jê ma
Talan û tajana li ber gulvedana şiva dengbêj
Jê û pê ve ne ti tişt

Ku perr û baskên min ên giran tên bîra min
Pûrtên wan li ser sinên zangên gewr qît bûyî
Wisa, ez ji pişta dengê gerdûnê ketim

Bavê min ê perawêz, di tarîya xwe de, mir


II

Li ber kozikên berbanga li gêlî asê bûyî
– Maka laleşeya şînî, ne berê, lê niha reş –
Min sewt wergerande zanyarîya sîyan

Da ku jibîrkirina gûlikan bikim dar û dîyarê xwe
Ewa ku rizgar dike pabendbûna li gel rehan
Tîne ji zêya wê sewta avê û wî dengê xwînî

Yên ku li perên sînemdeftera zerbûyî dikevin
Kêrê dadiweşînin li birîna bedew a dilsozîyê
Wisa, ez hîn bûm bê çawa dar dirêjî avê dibe

Û bê çawa eylo cawê esmên diderizîne



III

Û li vî niştimanê xwe yê dûr û derez
Ez hogirî bendewarîya nebez im
Dibişkivînim kêlên li zar û zimanê tevizî ketî

Kel li canê xwêdana hewşa kumreş dikeve
Diderize girtîbûna pencereya sewdaser bo rihanê
Dûpişk bi xwe vedide li ber vê bedewîya berbad

Ku şînxalî ye hişyarîya min a sermest
Dişeride ji qewlikê xwe yê patisqe
Wisa, ez sekinîm wek kevirê bendewarîyê

Û min dît berûya xwîn li berê meyî


IV

Çîya livîya, lîlav ma di bîra min de
Peyva helisî bizar kir terazina bêheydade
Ga û masî pê ket, bû serhonazê dibîranînê

Tiştekî min çêbû, ku her tişt tê re derbas bû
Ji papa genî heta bi sêva ku li ber e bikeve
Ji şaxa xwe ya li ber sekeratê

Pê re peristgeha xef nûr û neder weşand
Çîlevîla zarokên zinarîn li ber jejerûna zêstanîyan
Min ev şadîya bilemelem kola li dilê xwe

Û ziman li min gerîya bi dîtina ku min çîya dît

01.02.1996 – 02.05.2014
Enqere & Amed