A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Serkîsof
748 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Serkîsof

Bo kalikê min Mihemedê Resûl

li deştên dipdirêj hespên çargavî
difnên wan hilma tivingên Kurmancî
qerpûzên vala, bêhnefişk, misk û emberî
ji kîjan çaxê dibezin, dibezine kîjan dastanê
Derwêş lê hiştin, bi xwînê şûştin herasa meydanê
li deştên dipdirêj dîroka çargavî
li nava du tiliyên min Cixareya Biharê
dikişînim, wezê nemirim, pirsên min hene hê
yek, çiya dikevin bextê min
yek jî, katjimêra Serkîsof a kalikê min
dest hişkehişk li bijiyên kuriyên bayî
çawa jî şevekê ji çiyayên Pinyanişî rabûye
hogiro, lo zar û zimanê mino
bi bêrîka êlegê min de ye mîrata te hê
neviyên te welatekî qerisî li serên xetan
serma dikin, min hembêz bikin kuliyên berfa zarokatiyê

zivistan`im çîrokên min di binê berfê de
çil sal e dizivire, dizivire Serkîsof

(Ji dîwana "Selpakfiroş”)