A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Haymatlos
325 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Haymatlos

di rêleke zilindar re dibihurî gewdeyê min
sunetiya nasnavên xapînok, peyv tûj dibûn
tûj dibû dîroka ku rê nedida mêvanên xapexap
li her qonaxeke xwekuştinê
li ser min ferz dibû deyax

li ber siya heyamên zilindarê
ku bêriya rêlên kûr tîne bîrê
li erdnîgariya kesirî
min êşa xwe ya kevnesal
avête mêzîna berikan

li bazara pêşmergetiya ewran
xerîkî şanoya ku berê xwe daye başûr
bi tenê karesat tê lîstin
li ber vê cemawera xumexuma alan a bixumam
hunereke pîs
ciwaniyeke emirqutî
zanyariyeke pûçkemilî
dikoje deyaxê

bi nifireke ku betal nabe
bi rûyê xwe yê lenetkirî
didim şivtera xwe ya helbestê li ber we

çavê min li riya wê biharê qerimî
rojekê te dît aviyeke almastî bi ser deştan de girtiye
çavê min li riya wê biharê qerimî

û li vir, li ser hevsenga niştimana Gamasî
namoyî, deyaxê dawî li temenê danavî anî
di qiblenumaya helbestkarên mirî diramim:
dûr ji kaviliya Fîsê, lo Kawafîsê lîs!
ma ez ê li biyanistanê xeware bibim?

Gelawêja 1995’an / Stenbol