A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Hesp
526 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Hesp

Lo, bedewê dîrokê, parsenga xwe gurc û pêç,
Barê li ser piştê ba, bê serkele w doxhevsar,
Zîn avêtî l' bêlanan, mayî li tangên qelêç,
Tevî 'ewrên berzîn, Lo, çakşervanê bêhesar!
Bijiyên Te diwaline destên min, dûredest
Û serbest diçêrî l’nava mêrgeke ‘esmanî,
Ji wê besta binê zemanan de, dikim mebest,
Hê jî, tim, dil dikim vegerime wî zemanî,
Heyna k' , Lo, cara pêşîn çav bi Te ketibûm ez,
Te disivsivandin best bi dêla xwe ya qamçî,
Simê Te yê kod, çêre dikire lod, dûr-derez
Te radiparzûnandim ezê dîl, tî û birçî...
Lo, lendehorê ku nayê zeftê, îro d' qeftê!
Ew şehîniya bextewar, hêj revo b' revo tê. 1

*25.04.2016, Mêrdîn
*Soneyên Sewdaser, Avesta