A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Li Dora Zîguratê
406 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Li Dora Zîguratê

Şevezengîyan, gavên hespên me yên kihêl î ji beza deşta çargavî
canbêzar li ber dîwaran diçin ava, gava darebî û bîşengên keserê bi
ser avên bilemelem de xwar dibin, gava baçermok dibin tîrên rewan,
radibin dîlan û semaya tarîyê, gava Sîmirê li ser serê zang û zinaran, li
panokîya teht û latan, dibe revdarê gul û gulbanên warkozên
karxezalan, em, şevezengîyan, dest û pê li zîn û zengoyên me yên
tenêtîya şerûd, kevirên biçûk davêjine Xwedê.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Xwedê axayê me yê li qesra xwe ya kurmal e, em nahebînin xwedîyê
ku ji şaneşîna şîn de dendikên pola direşîne ser hespên me yên
sîngkûrik û wan bi bêrma li ber lêva rojava ve cûm dike. Çavên me
bê west û rawest li kevirên reş î biçûk in, em li dora perestgeha
hebûna xwe dizivirin ha dizivirin, derîyên rika xwe ya bedew hê
hişkehişk radidin ha radidin. Di max û jûrên me hilnayê tenêtîya ku
kur û keçan ji me re zêde dike. Max û jûrên tê de dergûşên ku bi şîrê
sorgevez ê kilamên rûniştî kil dibin, bi nehatina qulingên taylan î
tîtal sil dibin, kafêtên no dimijin, li ber barana kilsa dîwarên ku lê ne bikevin.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Siwarên me yên ku ji kuştina Xwedê vedigerin, têne şeva me ya ku
sîng û berê xwe yê lîyan, nava xwe ya qendîl bi ser me de radixe.
Dizên mêrxas ên hespên dijmingaranan, heval û hevrêyên
torebaranan, govendkêşên tozaranan, cerda çîyayê ku li ser pişta
Gamasî dibe hêlekan, diçirîne nexşeyan. Derdikevin tên li ber û berê
çemê me yê ku hildirije perên esmanan, tewla xwe dikutin li hewşa
ku di naverastê de daretûya teqîyayî bi şevezengîyê de.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Û başkurîyê dikin ji bo weledên xwe yên me avêtî, başkurîya xwe ya
dengketî berdidin ser şîrê şermê, ferhenga hechecikan û hebûna xwe
ya kurmal. Em kevirên biçûk davêjine Xwedê û xweya xwe ya berbad
bi rêk dixin, da ku dilê xwe yê ku di şevezengîyê de, bi tirsa hatina
xwedayên biçûktir bi gumegum lê dixe bi yêk bikin. Ne li hêvîya
berbanga ku ji lana xwe ya çîrokî derkeve, em reşên xwe yên şevê
radiparzînin, hilradibin û

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

17`ê Kewçêra 2005`an
Tatavla – Stembol