A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feqiyê Teyran - Bizan Ku Min Yar Tu Yî
12011 Xwendin
32 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feqiyê Teyran - Bizan Ku Min Yar Tu Yî

Bizan ku min yar tu yî
Dil jê birîndar tu yî
Ez kuştim yekcar tu yî
Kubkub li min çar tu yî
Bi destî hem yar tu yî
Pir li min kubar tu yî
Ê xezeb sendî ez im
Di qeyda benda ez im

Xweş-qeda eîla tu yî
Cama peyala tu yî
Xweş-bejin bala tu yî
Delal di mala tu yî
Berbextê tala tu yî
Nîmetê ala tu yî
Ê b’şewqa xala tu yî
Daîm dinalî ez im
Zar zar dikalî ez im
Harot di çalî ez im
Dûr ji wî halî ez im
Yar di xeyalî ez im

Milhema derdan tu yî
Li baxî werdan tu yî
Nûra li perdan tu yî
Li baxî bilbil ez im
Muqîmê dilkul ez im
Bi ahê xulxul ez im
Ê xem lê nazil ez im
Qalibê bêdil ez im
Sotiyê sêxil ez im

Horiya Rehman tu yî
Mohra Silêman tu yî
Denanê îsa tu yî
Min dikî derman tu yî
Xweş dikî derman tu yî
Bi ah û kovan tu yî
Ê tu hebandî ez im
işqê şewandî ez im
Lewma lumandî ez im

Dermanê jara tu yî
Heyva li çarda tu yî
Sêva li dara tu yî
Gula bihara tu yî
Tîjî nûbara tu yî
Xutba l’mihdara tu yî
Ê xêrq di xwînê ez im
Ê kuştî birînê ez im
Ê dûr ji şeynê ez im
Aşiq bi beynê ez im
Wekî di şînê ez im
Xerîb ji şînê ez im

Mehbûba pirnaz tu yî
Rinda xweşrimbaz tu yî
Qewî li dilxwaz tu yî
Ereba dilbaz tu yî
Gerden sî û gaz tu yî
Ya b’tewq û gulwaz tu yî
Ê malik wêran ez im
Hewceyê xêran ez im
Dînê di dêran ez im
Mehrûm ji sêran ez im
Kuştî bi kêran ez im

Ya qenc li dinya tu yî
Ya l’ber kehniya tu yî
Xetba enbiya tu yî
Nûra rohniya tu yî
Mehbûba dila tu yî
Nûra zemîna tu yî
Aşiqê nûrê ez im
Wekî di gorê ez im
Kela difûrê ez im
Dûr ji hizûrê ez im
Darê tenûrê ez im

Mihra firengî tu yî
Sultanê zengî tu yî
Ê şahî rengî tu yî
Ya b’keyf û dengî tu yî
Tîra xedengî tu yî
Kivanê cengî tu yî
Ê ku dikarî ez im
Qewî nikarî ez im
Temîmê Darî ez im
Dîwanfişarî ez im
Bi ah û zarî ez im
Ê tîr lê barî ez im

Min ah û meded tu yî
Yûsifê emred tu yî
Mehbûba bêhed tu yî
Durê Zeberced tu yî
Reyhana eswed tu yî
Min can û cesed tu yî
Nesaxê bêjan ez im
Taziyê ‘uryan ez im
Ê b’kul û derdan ez im
Mecrûh ji qehran ez im
Ê xurî şêran ez im
Feqiyê Teyran ez im