A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Di Bîranîna Havînên Kevnesûret
353 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Di Bîranîna Havînên Kevnesûret

Bo Yılmaz Güney

I

nêçîrvanên şeva Mezopotamyayê
nîşangerên me yê dêrîn; dik û pêşangeha kuştar
dernekevin ser riya rewendan, ew rewend in
li çiyê peristgehên wan asêgeh in

nobedarên zang û zinaran, siyên çekdar in
wê dîsa ayînên jinûvezayînê li dar bixin
wê dîsa rûyên xwe li dergehê êgir bidin
lewheyên ku bi destên xwe veşartine rûyên xwe
neteweya porzîpkirî, yezdanên çiyê ew ji rojên
reş re dan, pê dizanin
çîrokên zarokiya kal, helbestên lal, kilamên wêlewêl
raz ne ew ax û kevir in hûn dikin cam û camekanan
rûyên wan bikolin, çavên wan bi wan din

şopên li ber dilovaniya rewrewka dîrokê
çolî û çolistana kihêlên ji mêjûyên sêlakî firidî
bizûre li min bayê sayî, welatê bayî
havînên zarokên te yên porzîpkirî
bihurîn bi firotina çexşûr û tûsî

û ji dorgeya xwe ya xalî
wî kurê gelêrî yê nestrî
heyat xitim kir li ber çongên pêxemberan
dakete bajêr, da ku êgir bidize

agirê ku bi heyatê ve zeliqiye
zimanê te yê din; serhildan
û fermana xwe ya pêşîn û dawîn
eşkere kir ji neteweya xwe ya kordunde re:
Pişta xwe bispêre çiyê û bixwîne xwe!


II

me çavên xwe vedikirin, perde vedibûn jê
mişextî, têlên zagonî û mêraniyeke nehûnandî
li ber siya kevnar a daretûyan, ên hewşên havînî
hênikiya daristanî, ya deştên cezîre
Rojhilata çîrvanok, kişwera hevrîşim
me çavên xwe vedikirin vêk re
-pirrbûna me bûn çavên me, ferhenga me,
lalome û raçandî-
rê dikişînin li ber çeman, niha zîv zîv kildayî

şerm meke, dibê'm, ku pê bikevî,
yek bêrîkirin, yek jî zarokî baş e
şerm meke, bibe zarok, bibe bêrî


III

û niha awirê min hingûreke zozanî. min ev awir ji çiyayên Pinyanişî anî, li tevna eşîrên dereng xist. ji avên helbestî têm; ji rûbarên zimanekî boş. li hêsiya çavên te dinihêrim, mij û moranê girtiye. tê de golên tenê, ku qulingên evdal xwe berdidinê. û niha awirê min çayxaneyên ku tê de gurmîniya vîdyoyan diteqe, nehwirandina hozanî. heynek derbas bû li ber siya qesasan, sînema têk de şewitandin, neman lehengên berê jî, derbas bû zarokî li ber dîwarî, li nava kavilî, axx zarokî axx, qirmeyeke yekderb î.


IV

yên dergehên sînemayan li wan hatin daxistin
yên dergehên welatan li wan hatin daxistin
yên bê nav hespê zarokiya xwe tijî kirin
serbazên cotçardehxur, em ew gernasê sûretê me

di hêsiya çavên min de niha
şervanekî şeşderb e Yêlmaz
û navê min ê zorgayî
ne mirî me, radizêm li Pere-Lachaiseê


V

baranên çilesrîn î li xubara porê me dibarîn
- dibarîn, di bedewiya me ya anîzaz de rewaya erdê -
li çiyê dareşîlan dişikestin, gul dixeyidîn,
bi her meytekî re dîrokek dihate veşartin,
li eniyan dirifa xwînê
ewa ji hemû dêlindêzan mayî
baran dibarî
tu bibêje, dibihurî nîvê temen, xortanî bû mêraniya
me ya pêşîn
û li kuçe û kolanan, fena reşên rojê, kişandina cixareyê;
titûn, mij û keldûman
pêkan bû çîroka serîhildana pêşîn li nava civata bêserî
bi yekem dildariyê û bi baxên mişmişan, ên spartgeh
lê niha dibêjî fena lêva ajansa êvarê, ezîza te çûye çiyê,
şevê bi ser kokeleke awirbaz de digire
lê ez ê çawa ji bîr bikim yekem ramûsana wê çavzeryayê

dibe'm
dîroka ku ketiye pey wateya xwe
berik, şirîta filîmeke şoreşger û serbûriyên bûyî
tara bêjingê niha


VI

û bi sersîçeyên xwe yên nebînayî tirsnak
(bi qasî axê bedew)
şervanên zivistanî ketin xewnên derevebûyî

-li derve, derî û derwaze giş dadayî,
bi kû ve biçûyayî, serhildêriya çiyayan a paldayî,
kemînên di devê
tivingê de kîp, dîroka çanda pevçûnê ya devkî - bi kû ve biçûyayî
şervan (gelarêzana xortaniyê ya dawîn) tevî temenê me
ew çalakiya serwerzeman
bi kû ve biçûyayî
çiyayên rizgarkirî, deynê xwînîtiyê yê reha,
bajarên milîtan
rehleya ku qewmê bêbext kir perdeder,
ew dîroka nêçîrvan

niha hêmayeke tûj û bi lûtke ye dastana
bi zindî hatî veşartin
jînenîgariya şêt û hêçketiyan, a qebraxên nûdem,
ey xwendevanên kevir û hît ên Xeza, Sabra,
Şatîlla û Amedê
di sedsala ayetên reha de
hûn ê çawa biqevizin di ser serdemên dereng re
ku şoreşa di nava şoreşê de nebînin


VII

ziv zîv kildayî çavên te
li ber çeman gezêyên ku dibin derb û derdên şivanan
bi mohra Mezopotamyaya dildaran
li hêviya xwe bibî
tê vegerî
tê vegerî
hewşa mala xwe ya siya daretûya kevnar
li ser sêrî bûyî êvar
tê vegerî li diya xwe ya ku av reşandibû
li dû revoyên rûbar

*Havîna 1994'an - Tîrmeh 2006/Stenbol
**Salname, Weşanên Lîsê, 2009, rr: 28-31