A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Nezanî Derdekî Zor e
1850 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Nezanî Derdekî Zor e

Bese cilka xewê bavê li te şerme tu razabî
Bizane ku cîhan dewre divê herdem tu pê rabî
şev û roj tim wek hev nayên cih û warê xwe dughêzin
Di vî çax û zemanî de divê pespor û zana bî
Ji kerwanê dem û wextê nemîne tu li paş kurdo
Bi hêvî û bi lavlava ewê heqê te winda bî
Bi ilm û xwendin û zanîn divê pişta xwe bijdînî
Bi kona re bidî û bistîn ne yê sîwak û werda bî
Dema kar û xebatê ye xwe med alîkî dem seyde
Bela para te ya şêr be ne ya wawîk û hirça bî
Heq û edalet xurtî ye ji mêj ve hatî ye gotin
Destûra enûşêrwan di qanûna hemorabî
Nezanî derdekî zore xebat tev pûç û vala ye
Bi kawikî nezanî tê şivanê kar û berxa bî
Evê êşa sedê sala nekî derman bi zanînê
Di bin destê neyara de tu dêreswa û kola bî
Tiving û xame ku herdû li meydanê nebin hem dem
Tu naghêjî tu armanca eger gurçik ji pola bî
Welat keç am û dotmame bilind û çav reş û rinde
Divê îro di meydanê wekî xesro û kawa bî
Kum û kolos li ber linga nedî erdê bi gernasî
Ne parêzî ji xwînxwara bi sîngê gewr tu şa na bî
Bira tîrêj bi dil xwazî didî ber te riya jînê
Welat doje eger têde ne serbest û ne aza bî
Bi hêvî me ku şi’ra min ji ter îro bibî dersek
Nebî xurdê çira kwîra ne bilûra li ber ga bî.

Xewna min û bersiva cegerxwîn
Rojek ji yê buharê bîst û yekê adarê
Ez ji kara westiyabûm ji roj ava raza bûm
Xwenek kûr û xulobat bi ser çavê min de hat
Di xwê de min dîbû dinya yek ser tarî bû
Gumîn ji tav û ewran dihat kiser kurdistan
Bi birûsk û ar û pêt dê dergûşa xwe davêt
Min dî xoretkî bedew bi dest û pê û qelew
şipya li ser textebend li me gotarek dixwend
Bakî gûr hat wî bayî ewr firikand bû sayî
Mi pir çep dikutand bijî bijî kurdistan
Ey seydayê cegerxwîn me’na xwena min bişîn
çav li rê me dem û gav ji tîrêj li te silav

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê