A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Kawa Nemir - Li Ber Pencereyên Sedsalan
2851 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Kawa Nemir - Li Ber Pencereyên Sedsalan

Diedilim di çermên maran de, ser hev pencereyan vedikim.
Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im!
Ma dikarim derziya xwe di lêva dinyayê rakim?
Bila bêdengiya birêkxistî be ala girseyên dirrinde.
Divê qerase bêne bercestekirin dengên kemanên virnî.

Dikişe, dixuşe qewmê belekiyan. Ji wan im.

Sêwîtî çi be, êdî dinya bi xwe nebe?
Kil nekim destmala govenda janan, xwe nemijim,
sîmetriyê nederizînim?
Na, divê qerase bêne bercestekirin sînfoniyên kulên
kur, ku me diderizînin.

Dibe deryaçeyeke aram qewmê belekiyan. Ji xwe re perav im.

Zivir zivir dizivirin katjimêrên kalên çavşîn.
Ji hemû bav û kalên min ma mêrgeke nemir î hêşîn,
destên me li wê gerdûnê digihîjin hev demeke çolistan,
li ber pencereyên ku vedibin bi ser sedsalan.

Bêhna pûngên nemir tê ji berava kevnedemeke baranî.
Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im!