A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Sirûda Kurdistanê
13835 Xwendin
23 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Sirûda Kurdistanê

Ey Kurdistan
Ey kew
Ka bêje çawa diherrime xew?
Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew?
Bes tu megirî hew
Bijî bedew bedew
Ji te re her der bela ye lew
Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew
Kawa û kew
Wekîdin her tişt derew

Ey Kurdistan
Ey xwîn
Serê hespê xwe berdaye bi çargavan tê Selaheddîn
Di şerrê te de Mem’ î şûrê destê xwe ji xwe re kiriye Zîn
Me ji çermê xwe yê çirriyayî ji te re çêkiriye Ala Rengîn
Nebî nebî ji bo mirina me megirî û meke şîn
Mirina ji bo te şêrîn
Li te xweş helal be her çi ji me nîvco mabe, jîn an jî evîn
Kî ji me qîma xwe bi bindestiyê bîne bila lê bibe jehr û enderîn

Ey Kurdistan
Ey Bîr
Ji bo ku te pê xwedî bikin bêrîvanên te yên dest-hevîr
Ji sîngên xwe didoşin şîr, pêsîr bi pêsîr
Dengbêjên te yên deng-lîr ji bo te distrên hejîr hejîr
Newalên te kevan in, çemên te tîr
Bi van çekan şerr dikin çiyayên te yên pîr
Kes nikare xwezaya te tu carî bike hêsîr
Tu mîr î, mîr

Ey Kurdistan
Ey agir
Ji bo ku te bikin parçe û dagir
Hov in, êrîş dikin di dest wan de bivir
Me li dijî dijminên te yên kafir
Li jêr û li jor şerr kir
Tu nizanî bê ji bo te kî mir û kî nemir
Tu her delala ber dilê me bûyî me da te qedr
Tu yî sebr
Tu yî ahd û îman û cirr
Qet nîn e ji navê te xweşiktir zikr
Me ji bot e belqitand emr
Me qebr kir qesr
Me ji koma meytên şehîdên xwe çêkir çiya û agir
Me ji bo te rijan hibr û hêsir
Me tu bi xwîna xwe kirî Tahir

Ey Kurdistan
Ey doz
Bi soz, bi soz
Em ê tu carî nahêlin ku nizm bibin zagros
Em ê tu carî nehêlin ku kor bibin newroz
Her Newroz em ê li dora êgir bibin moz
Em ê ji wî agirî re hestiyên xwe bikin koz
Em ê Medan ji xwe re bikin mîtralyoz û deqnanoz
Em ê siwar bibin li ser pişta bahozên boz
Em ê deryayan bikelînin û parzemînan bikin toz
Helbestên din ên Helbestvanî/ê