A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe
22132 Xwendin
49 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe

ta ku çiraya me geş nebe,
hûn ê tu carî ronahiyê
bi çavên xwe nebînin.
ta ku em dîl û kole bin,
em ê her mîrkut û nîran,
toq û zincîran li we kin!

hûn ê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
ger em bimirin jî,
em ê tenê dîlîtiya xwe
ji dest bidin, wenda bikin.
ma çi ji dîlîtiyê taltir e?
ger em bên kuştin jî,
ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e?

hûn ê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
piştî mirinê jî
em nahêlin hûn welatê me
ji xwe re bikin mal,
em rê nadin
hûn goştê me bixwin
weke qirereşk û qertal!

qet nebe,
em ê bibin kurmik,
bikevin nav dexl û danê we,
em ê bibin qûmik,
bikevin nav pariyên nanê we,
em ê bibin mar û mişk,
bi we vedin li nav nivînê we,
em ê bibin mîkrob û şêrpençe,
biherimînin xwîna we.

em ê bibin kul,
her carekê li dereka
laşê we derkevin,
em ê bibin jan,
ji sed aliyan ve
bi ser we de bên,
em ê bibin zêrûyên hezarling,
gewriya we hişk bikin,
em ê bibin pirzik
li ber lêvên we.

hûn ê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
piştî mirinê jî
em nahêlin hûn welatê me
ji xwe re bikin mal,
em rê nadin
hûn goştê me bixwin
weke qirereşk û qertal!

hûn şahiyê bikin,
em ê li we bikin şînî.
hûn behiyan deynin,
em ê we bi pêkenînê gêj bikin!
em ê zimanê we hişk bikin,
çavan li we tarî bikin!
em ê bibin mûyê nav nanê we
û gemar di nav ava we de!

ta ku çiraya me geş nebe,
hûn ê tu carî ronahiyê
bi çavên xwe nebînin.
ta ku em dîl û kole bin,
em ê her mîrkut û nîran,
toq û zincîran li we kin!

*Xewa Min Nayê / r. 67-70
**ji Soranî bo Kurmanciyê: Husein Muhammed
Helbestên din ên Helbestvanî/ê