A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Şairê Ronahî û Hişyariyê Cegerxwîn

 hundirîn. Dengê wî bû tovê hişyariya li şexsiyeta xwe ya milî ya kurdî derketinê, bi taybetî di nav me Kurdên Kurdistana bakur de.

Dengê Cegerxwîn bi destê feqeh û melayên welatparêz cara pêşîn hate di guhên me de olan da. Ji ber xisûsiyeta xwendina wan ku ew gund bi gund, bajar bi bajar li cih û deverên welêt digeriyan, ji ber ku metoda hînbûna wan li se jiberkirinê bû, û di nav rewş enbîrên kurd ên wê demê de yên ku xwe warisê tevgerên milî yên Kurdistanê wek yên Şêx Seîd, Şêx Ubeydullah, Şêx Şehabedîn-Seyid Elî-Mele Selîm didîtin, ew bûn; vê qasidiya mêjûyî li xwe girtin.

Di çûnûhatina xwe ya xwendinê de feqeh bi navtêdan û piştgiriya seydayên xwe, şi'rên Cegerxwîn ji devkî ji ber dikirin, li gora xwe bi awayê bêlimteyê (bêrûte/bêlûte) bi meqam vedikirin, di dawet û dîlanan de wek dîlok distran:

“Welatê min tiwî bûka cihanî

Hemî bax û bihiş t û mêrg û kanî”

Di civatên mela, şêx û axayên welatparêz de şi'rên wî bi meqamên xezel û qesîde dihatin xwendinê, ku di wan civatan de ji mêj ve timî Cizîrî, Feqehê Teyran, Bateyî, Xanî û Aqtepî bi wecdeke bilind dihatin xwendin. Di civatên wisa, hînbûyiyê şi'ra kurdî de bi dengekî zîz û sotî ku melakî destê xwe bide ber guhê xwe û bistrê:

“Nalînek tê guhê min, lê winda û nîhan e

Agir berda dilê min, tev bû pêt û dûxan e

Barek da ser milê min, lê barekî giran e

Dane ser hev kulê min, hemû derd û bela ne

Iro roja xebatê, serxwebûn e doza we

Dema jîn û felatê, li kû maye soza we

Hon tev şêrên di latê, rovî kete koza we

Şikestine di matê; dijmin biriye boza we.”

Kî heye gelo ku xwe li berê ragire, şewat, pêt, dû û dûxanên li welêt bi bîr neyne.

Ji civatên mela, şêx û axayên welatparêz herwekî ku xuya ye mebesta me helbet giştahiya mela, şêx û axayên Kurdistanê nîne. Ji xwe ku bi giştan re ev pêjnên welatparêzî hebiwa; tevgerên milî têknediçûn, qîrîn û nalîna Cegerxwîn jî tebîi ye ku bi vî awayî helnedibû.

Şi'ra Cegerxwîn hêdî hêdî ji hucrik û medreseyên feqeh û melayan derket, li nav xwendevanên xwendegehan, li nav gêncên nûhatî, li nav sazbend û mitribên Kurdistanê belav bû. Di "mîtîngên rojhelat" de dehol û zirne li pêşiya karwanê welatparêzan ku ji Qers, Agrî, ji Cizîr û Hekarê, ji

Dêrsim û Ruhayê hatî, meqamê: “Welatê Kurda tev xêr û bêr e / Hemî maden e, tev zîv û zêr e / Lê çi bikim îro maye j'xelkê re” lêdixistin. Li ser kursiyê axaftinê "Heval Paul Robson" dihate xwendin. Di salonên mehkeme û di hewşên bendîxanên siyasî de şi'rên wî bi sirûdî ji devekî li hember kirinên kolonyalîzmê dihatin gotin. Li hember biryarên mehkemê yên 8-16 sal hebsa giran, bi sirûdî xwendina "Ala Min" ku ji devekî digotin:

“Te bi zîv zêr tev de kil dim

Roja cengê ez te hildim

Ger ez bimrim, ger ez rabim

Cegerxwîn im, serbilind im”

Ev xwendin an ev şi'rên wî helbet jimara salên bendîxanê danedixist, lêbelê hêza xwelipiyahiştinê xurt dikir: “Welatê Kurdan hemî çîmen e / Egîd û şêr û piling tê hene / Hemî heval û pismamê me ne.” ji devê dengbêj û bi awazên spehî yên sazbendên Radyoya Erîvanê li panahiya Kurdistanê gava diweşiya, pê re kaxizê piştrastiya huwiyeta milî dikir berîka gelê kurd. 

Îro ji heft heta heftê salî yên ku carek an du car ji Aramê Dîkran, Mihemed Şêxo, Mahmûd Ezîz, Temo, Şivan-Gulîstan, Ciwan Haco, Dilgeş, Hişyar li yekî guhdarî kiribin, û nav û şi'ra Cegerxwîn nebihîstibin, pê besta wan a kurd-bûnê, hêrsa wan a raperikînê geş nebûbe, gelo heye?

Ne bi tenê di nav Kurdan de, di van salên dawî yên berî 12ê îlona 1980 yî, hin şa'rên tirk ên pêşverû wek sembolekê navê Cegerxwîn, Xanî, Mem û Zîn bi hevdû re di şi'rên xwe de bi kar tanîn.

Seyda çi bigre nêzîkî şêst salî bi mexlesa xwe ya Cegerxwîn jî. Navê wî herwekî xwendevan pê dizanin; Şêxmûs bû. Lê wî mexlesa xwe ya Cegerxwîn ew çend li xwe girt ku gengaz e carna navê xwe yê berayî ji bîr kiribe.

Di edebiyata dîwanî de mexles çi bigre hêmaneke esasî ya vê edebiyatê ye û çi bigre zerûrî ye: herwekî navên artistik ên aktor û aktrîstên îroyîn.

Cegerxwîn mexlesa Seyda a didiwan e. Cara pêşîn wî mexlesa "Mûsayê Hesarî" an tiqûtenê "Mûsa" bi kar aniye. Di nivisandina "Cegerxwîn" de Seyda tucar bi awakî nenivisandiye: "Cegerxwîn", "Cigerxwîn", "Qgerxwîn", "Cîgerxûn", "Ciger (bi)...xûn". Herwekî li ser dîwana pêşîn û a diduya "Cegerxwîn", lê li ser ên dinê yên dûmahiyê "Cegerxwîn" hatiye nivisandinê ku gava meriv bixwaze wek Seyda mexlesa wî binivisîne, bivê-nevê dikeve dudiliyê.

 

DI ŞI'RA KURMANCÎ DE CIYÊ CEGERXWÎN

Cegerxwîn şa'irekî ji şa'irên kurmanciya jorîn e ku rûpela şi'ra kurmancî ya sedsala me bi navê wî geş biye. Giringî û mezinahiya wî dergehê şi'ra têkoşînê li edebiyata kurmancî vekiriye.

Şi'ra kurmancî helbet bi Cegerxwîn dest pê nake. Hetanî Cegerxwîn şi'ra kurmancî pênc sed - şeş sed salekê li pey xwe hiştiye ku di destpêka wê de hê hisûpisa hin ziman, gel û dewletên modern ên îroyîn tune biye.

Çawa ku şi'ra kurmancî bi wî dest pê nekiriye her wisa jî ostayê mezin ê şi'ra kurmancî yê pêşîn jî ne ew e. Di rûpelên şi'ra kurmanciya jorî de Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqehê Teyran, Melayê Bateyî (Batî), Axayê Bêdarî, Ehmedê Xanî, Smaîlê Beyazîdî, Siyehpûş, Axayok, Mela Yehyayê Mizûrî, Mela Xelîlê Sêrtî, Hacî Fetahê Hezroyî, Şêx Mihemedê Hadî, Şêx Nûredînê Birifkanî, Şêx Evdirehmanê Taxê, Şêx Evdirehmanê Axtepî (Aqtepî), Mensûr Gergaşî, Mîna, Macin, Sadiq, Bekir Begê Erzî, Pertew Begê Hekarî, Evdirehîm Rehmî hatine îmzayên xwe avêtinê. Ji vana yên di huner û edebiyatê de herî xurt sê-çar osta ne ku her yek ji xwe re rêke arizî vekiriye, yên mayî çi bigre bûne dûajo, an texlîtkirên wan. An jî di ş a'irî û arizî bûnê de lewaz mane.

Di rêzeçiyayê şi'ra me ya bûrî de ostayên navser ev in:

1. Melayê Cizîrî

2. Feqehê Teyran

3. Melayê Bateyî

4. Şêx Ehmedê Xanî

Çi bi osta, çi bi şagirt û nîv-ostayên xwe ve şi'ra me ya heta dema Cegerxwîn, şî'ra dîwanî bû.

Bêî pêzanîna bi xisûsiyetên edebiyata an şi'ra dîwanî, têgihîştina ji şa'irên me yên wê demê ne gengaz e, û tesbîdcirina ciyê Cegerxwîn di şi'ra kurmancî de wê yaxurî be. Ku kevin neyê zanîn; hêjayî bi nû dayinê, li rû dimîne. An di xisûsa "qels" de pêzanîneke me tune be, dê emê çawa bizanin ku "xurt" çi ye ? Ji ber vî çendî ji bona pêzanînên hin xwendevanan taze bikin, divê piçekê li ser xisûsiyetên şi'ra dîwanî rawestin, di pey de wê û ya Cegerxwîn bidin ber hev, da bikaribin jê bigihîjin netîcekê.

 

XISÛSIYETÊN ŞI'RA DÎWANÎ

Bi derketin û belavbûna dînê îslamê, je ber ku zimanê Qur'anê bi erebî bû, erebî di nav gelên musulman-bûyî an musulman-kirî de bû zimanê resmî yê dînî û kete rewacê. Li Misrê û li bakurê Afrîkayê zimanên gelêrî yên medeniyetên kevin ji meydanê birand, zimanên samî yên rojhelatanavîn di nava xwe de asîmîle kir.

Erebî, herwekî welatên dinê bi rêgeha Qur'anê kete nav jiyana gelên îranî û tûranî jî. îran di navbera Roma (rojava) û rojhelatadûr (rojhelat) de merkezeke siyasî ya nawendî bû. Ji ber vê xisûsiyetê di adapte bûn û adapte kirinê de zîrek bû. Bi deriyên xwe vekirina ji zimanê erebî re, şi'ra farisî û şira erebî leqayî hevûdu bûn. Cazîbeya muzîka wezina şi'ra erebî; 'erûz li xweş a ş a'irên Iranê çû. Sîstema wezin, qafiye, redîf û hunerên belaxetê yên 10 erebî anîn tevî terkîb û mezmûn (sembol) ên erebî-farisî adapteyê zewqa jiyana xwe kirin. Ji vê, moda edebiyateke nû afirî ku ev edebiyata bilind bû. Ev edebiyateke bilind bû, lewra xîtabî ehlê serayê û medreseyan dikir, şa'irên wê kultureke bilind a zadeganî stendibûn û xîtabî tebeqa bilind dikirin. Şa'irên vê; şi'rên xwe li gora herfa paşîn a qafiya şi'rê, ji "elîf'ê heta "yê" li rêzê di defterekê de dicivandin ku ji vê defterê an berhevokê re dîwan dihate gotin. Navê şi'ra dîwanî ji vê "dîwan"ê tê.

Ev edebiyata ha di îranê de hate dinyayê, givrik bû. Hêdî hêdî şewqa xwe da ser edebiyatên hawirdorî. Tirkên azerî, çagatayî û osmanî ketin binê tesîra wê û hewil dan xwe ku bigihîjin ostayiya şa'irên farisî.

Kurd jî xelkekî ji xelkên rojhelatanavîn bûn, îranî bûn. Bivê nevê ew jî li gora moda wê rojê li riya şi'rê kudandin.

•        Ev edebiyat bi ziman, kultur û zewqa xwe xitabî tebeqa bilind dikir. Cî û warê wê seray û koşkên şah, sultan, mîr û tekya û medreseyên şêx û melayan bûn.

•        Wezin an pîvana ristê (misraê) 'erûz e. 'Erûz ji gelek behran û her behrek jî ji gelek qaliban pêk tê. Qalib li ser hîmên kîteyên (heceyên) kin (an vekirî) û drêj (an girtî) hatine avakirin.

•        Yekîneka nezmê beyit (malik) e. Beyit du rêzik in. Mane û mentiqa gotinê ji serê beyitê dest pê dike û di dawiya beyitê de diqede. Di xezelek dwanzdeh an di qesîdeyek bîst û çar beyit de tiştinên ku beyitan bi hevûdu girê bide, ne mane, ne mentiqan jî ne mijara tevahî ye, lêbelê tiqûtenê qafiye, redîf û wezin e. Beyita pêş an ya di pey de yekînekên serbixwe ne.

•        Ev edebiyat bi jêderk û xîtabkirina xwe ya şêx, mela, mîr, şah û sultanan ya xwenda û hakima ye. Şair ji wan e û xîtabî zewq û kultura wan dike. Ji ber vê jî zimanê wê ji yê xelkê awartetir e. Ji terkîbên erebî-farisî yên giran û mezmûn (sembol) ên mîtolojiya kevin zimanekî çêkirî tê pê ku carna zimanê eslî yê milî di şi'rê de nayê xuyan Idrin. Herwekî:

“Mezmûnê miraselatê lareyb

Meşhûdê mikaşefatê bîlxeyb

Mehbûbê qulûbê men lehul-qelb

Qelban tu dikî bi bal xwe ve celb”

Xanî, Mem û Zîn (1/6,7)

 

Di Şi'ra Dîwanî de Mijar û Tema

Di şi'ra dîwanî de awayê jiyana zadeganî ya îranî û zewqa honandina bêjeyê ji ya farisî hakimê mijar û temayê ye.

Mîtolojiya îran û Ereb a musulmankirî ku di eslê xwe de bi çend sed an çend hezar salan berî îslamiyetê hebiye, tevî qehremanên xwe ve mijarên vê edebiyatê ne.

Cografyake ku tixûbên wê li ser riyê erda dinya me bi xumam e; çîn û maçîn, milkê freng, çiyayê Qaf cografya wê ye.

 

Evîn

Evîna şi'ra dîwanî bi xetên xwe yên gelemper en evîna însanî ye. Aşiq heye, maşûq heye. Aşiq ş a'ir bi xwe ye; zelîl e, mexdûr e, mezlûm e, hêsîr e. Maşûq di sifetê keçekê an jinekê de tê wesif kirin, lêbelê ew bi eslê xwe Xweda ya (li Cizîrî binêrin), resûlê Xwedê ye (li Bateyî binêrin), şah e, sultan e, mîr e. Di Mem û Zînê de Zîn dewlet e.

Dibe, ji ber ku dewleta me tune biye û gelê kurd bê ş ah û sultan bûne, şa'irên me yên dîwanî Cizîrî, Feqiyê Teyran, Xanî Xwedê û Bateyî jî pêxember ji xwe re kirine maşûq.

Pêjin bi mezmûnan (sembol) tên vegotin ku pêzanîna van mezmûnan bi serê xwe şaxeke ilmê ye di nav edebiyatê de. Merîx, Zelîx, Zuleyxa û Sureya ya ku Cizîrî çêl lê dike, ne stêrkên rût ên li asîmana ne; ew di mîstîsîzmê de îşaretên hin derece û meqamên gihîştina fenafîlahiyê ne. Bi van maneyan jî ew kesên ku kultureke bilind a mîstîsîzmê nestendibin, pê nizanin.

 

Felsefa Şi'ra Dîwanî

Can û cesedê şi'ra dîwanî ku pîvan (wezin), teşe (form), mijar, tem, evîn û zîhniyeta cografî ya wê be, bêguman ruhê wê jî felsefa wê bi xwe ye.

Felsefa şi'ra dîwanî, ne felsefeke bi xasê şi'rê bi tenê ye, lêbelê di her awayê jiyanê de hakimê dîtina yê vê derûdorê ye.

Ev felsefe ji sê hêmanên girîng tên pê:

a)      Mîstîsîzm (mysticisme),

b)      Sê hêmanên baweriya îslamî,

c)      Duperestî (Dualism) ya Misir, Hind û îranî.

 

a. Mîstîsîzm

Mîstîsîzma herî kevin û ya biye bingehê mîstîsîzma Yewnanî û rojhelatanavîn, ya Misira kevin e ku jê re Hermesîzm jî tê gotinê. Li gora vê ruh ronahî, made jî tarîtî ye. Ronahî ji tebeqa hefta ya esmana datê dinya tarî, dikeve made ku ev jî cesed e. Ev dahatin îmtîhan e. Ji bona ku ruh dîsa bigihîje nemirinê divê lê bitêkoşe ku here tebeqa hefta ya jê hatî. Di vê de heft gehînek hene:

Heyv: Li tebeqa pêşîn a esman e, dehaya ramanê ye.

Utarît: Li tebeqa didiwan a esmana ye, dehaya toriniyê (esalet) ye. Zuhre: Li tebeqa sisiya ya esmana ye, dehaya evînê ye.

Roj: Li tebeqa çara ye, dehaya bedewiyê ye.

Merîx: Li tebeqa pênca ye, dehaya dadiyê (edalet) ye.

Muşjerî: Li tebe qa şeşa ye, dehaya zanînê (ilmê) ye.

Zuxal: Li tebeqa hefta ye, cihê sirên eqlê kaînatî ye. Ji vê derê meriv, yanî ruh derdikeve bêmiriniyê. Di destpêkê de ruh wekî ronahî ji vê derê dahatibû dinyayê, cihê made û tarîtiyê.

Kesên ku ne ehil bin, ne layiq bin, nikarin bigihîjin vê bêmiriniyê. Ev bêmirinî heqîqet e, heqîqeta mezin e. Yanî Xwedê ye. Lê ne ew Xwedayê ku Mûsa, îsa û Muhemed jê behs dikin. Ji ber ku herkes ne ehil e, divê bi vê heqîqetê herkes nizanibe, ev nependî bimîne. Tiqûtenê yên ehil hêdî hêdî di pey hin îmtîhanan de pê bizanîn. Orfeyîzm û Pîsagorasî ya Yewnana kevin, batinitî, hurûfîtî yên îranî ya musulman duajoyên vêne, lêbelê di nav herikîna zeman de hin reng û rûçikên nû welgirtine.

Bi kurtî mîstîsîzm (nependîtî) ev e: ji ber ku herkes ne ehilê xwe gihandina rastî û zanîna mezin (an mutlaq) e, divê rastî û zanîn nependî bê hiş tin, ji herkesî re neyê gotin.

 

b. Sê hêmanên Baweriya îslamî

Di bareya felsefa jiyanê ya dinyayê de felsefa îslamî di sê niqteyan de dihêwire:

1.      Bê hewil û qeweta Xwedê tu tiştekî nabe, çênabe, nayê kirin, nayê guhartin. Razîbûna bi qedera xwe çara tiqûtenê ye.

2.      Qedera ku Xwedê hê di wextê «qalûbela»yê de li eniya meriv nivisandiye, bi tu awakî betal nabe, nayê guherandin. Li hember vê têkoşîn û kefteleft bereday e. Divê meriv di her awayî de bi tewekul xwe bispêre li hêviya Xwedê.

3.      Li dinyayê rahetî tune ye. Dinya bi mirin e, fanî ye, lewra jiyana li vê dinyayê ne hêja ye ku meriv serê xwe pê re biêşîne. Li vê dinyayê li rahetiyê gerîn karê ehmeqa ye.

«La hewla wela quwete îla bîlahî-l elî-yul ezîm», «El qeder la muxeyyer» û «La rahetî fî-dunya» di baweriya felsefa îslamê de ewçend hişk û qutebir in ku wek qanûn in û reda vana kirin an nerastiya vana gotin, kufr e: Cezayê wê jî di rêzika şerîetê de kuştin e, yanî qetila yê gotî helal e.

 

c. Riya Gilî û Gazinan: Duperestî

Dualîzm (dualîtî an duperestî) dîtineke felsefî ya gelek kevin e. Li ser bingehê duyîtiya maldaran û bêmalan ava biye; di dîn de xwe wek qencî û xerabî daye nîş an danê. Xwedeyên erdê û esman ên Sumeriyan, xwedeyên qenciyê û xerabiyê yên Misiriyên kevin, xwedeyên ronahiyê û tariyê yên

Çîn, Hind î Îrana kevin numûneyên dualîtiya dînî ne.

Di Îslamê de herçend Xwedê û Şeytan hebin jî, Şeytan xwede nîne. Qewet û qudreta li ser qederê û dahatûya mirovan tiqûtenê di destê Xwedê de ye. «Cuza îxtiyarî» di destê meriv de heye, lêbelê ev jî nikare qederê biguhêre. Û ev li ser ber «îrada kul-lî» yanî îrada Xwedê ne wek di qeweta ronahiya gûstêrkê li hember qeweta ronahiya Rojê de ye.

Ku mirov ji rewşa xwe ya têdayî razî bûna, zûbizû wê negihîştina gehîneka medeniyeta îroyîn. Xisûsiyeteke mirov bûnê jî ev e ku li hember bendên qedexe û qanûnan; çi yên tebîetê, çi yên dîn û ekonomiyê tucar destgirêdayî nemane. Wan qedexe û qanûnên hêdî hêdî gêrane, kirine bin emrê xwe.

Şa'irên edebiyata dîwanî jî bi vî awayî ji xwe re riyekê bijartine. Ev rê nerazîbûna ji qederê nîne, lê rexnegirtina li bext, talih, qirdê xwe ye. . . Li hember derketina Qadirê qederê (Xwedê) nîne, lê raperikîna li hember eva ku çerx û dolaba bextê meriv digerîne: 'feleka xayin, feleka bi fetl û ger, feleka bêbext e.

«Qeder, qencî û xerabî ji Xwedê ne» şertekî ji şeş şertên îmanê ya dînê îslamê ye. Ji bilî Xwedê tu hêz û tişt nikare bi serê xwe tiştekî bike, ev jî hîmekî ji hîmên baweriya îslamê ye. Li bervajiyê vê fikir kirin şerîk û heval ji Xwedê re çêkirin e ku ev jî «şirk» e û şirk jî kufr e. Li hemberê vê «felekek» heye ku li ser bext (talih, qird) ê meriv, bi rastî li ser qedera meriv xwedî qudret û gotin e, lê ev wek «şirk» nehatiye dîtin. Ev «felek» biye kevirê çikandî yê kevirê gilî û gazinan avêtinê.

Ev bermayera dualîtiyek jibîrkirî ye. Yê ku nikaribiye bi zîhniyetê re têbikoşe, kevirê xwe daweşandiye felekê.

 

Form û Pîvanên Nezma Dîwanî

Li ser hîmên malikê (beyit) xezel, qesîde, mesnewî, mustezad û yên bi teşeyên xwe ji vana rakiş andî ne.

Li ser hîmên rêzê (misra) rubaî, tuyûx, musammat in.

Pîvana nezma dîwanî pîvana (wezin) 'erûzê ye.

 

XISÛSIYETÊN ŞA'IRÊN ME YÊN OSTA YÊN ŞI'RA DÎWANÎ

 

Melayê Cizîrî

https://helbestakurdi.com/uploads/yendin/mela.jpg

 

Ostayê mezn ê pêşîn yê edebiyata kurmancî Melayê Cizîrî ye. Di lîrîzm û hunermendiya edebiyatê de tu şa'irekî me hê negihîştiye dereca şarezatiya wî. Herikîna şi'riyeta şi'ra wî û mîstîsîzma wî ya kûr û bilind di şi'ra kurmancî de numûna yekta ye. Zimanê şi'ra wî zimanê seray û medresê ye, girane.

Di tesewufê de ji ehlê «Wehdet el wicûd» e.

Di warê xezelan de Şiraziyê kurdî ye.

 

Feqiyê Teyran

Di edebiyata kurmancî de çîroka menzûme ji wî dest pê dike. Di mîstîsîzmê de kûr e. Ji ehlê «Wehdet el-wicûd»ê ye. Zimanê wî yê şi'rê ji yê Cizîrî siviktir e, lêbelê di bikaranîna pîvana 'erûzê de bi qasî Cizîrî şareza nîne.

 

Melayê Bateyî

Di tesewufê de aşiqekî mirî yê pêxember Muhemed e. Mewlûda xwe ya kurmancî jî vê mebestê nivisandiye. Di ahengê de xurt e, nezma wî herikandî ye. Zimanê şi'ra wî çi bigre zimanê şivan, gavan û gundiyên kurmanca ye. Ew bi xwe bi zimanê bilind î serayê bi qasî hevalên xwe dizane, lêbelê ji ber ku erka propaganda Muhemed pêxember û dînê wî li xwe girtiye, zimanê propagandayê yê xelkê ji xwe re bijartiye ku viya jî bi zanîn kiriye.

Mewlûda wî bi forma mesnewî hatiye nivisandin. Ji bilî Mewlûdê xezel û musammatên wî jî hene ku gelek spehî ne.

 

Şêx Ehmedê Xanî

Bavê fikra dewlet danîn û rizgarîxwaziya Kurda ye. Di mijarê de milî ye. Herwekî şa'irên di dema wî û yên berî wî di mijara çîrokên menzûm de ji xwe re «Leyl û Mecnûn». «Ferhad û Şîrîn», «Wamiq û Azra», «Yûsif û Zuleyxa» dibijartin, lê Xanî mijara çîroka xwe ya Mem û Zîn ji çîrokeke gelêrî ya kurmancî ji ya Memê Alan û Zîna Zêdan helbijart.

Di tesewufê de sofiyekî musulman e.

Zimanê wî yê şi'rê nemaze di Mem û Zînê de gelek giran e. Wisa ku meriv dikare bêje di aliyê ziman de tu şa'irekî kurmanc bi qasî wî zimanekî ji terkîbên erebî-farisî tevlîhev û giran nenivisandiye.

 

HETA DEMA CEGERXWÎN REWŞA SIYASÎ Û CIVAKÎ YA KURDISTANÊ

Xanî şa'irekî mezin bû. Mezinahiya wî ev bû ku rewş û dahatûya miletê xwe dît, vê tesbîtê kir ku heta Kurd dewleta xwe ya serbixwe daneynin ji ber tomik û teşqeleyan nafilitin, di nav miletên dinê de serfiraz najîn.

Ew di nav kelîna reş-êwrên li ser serxwebûna mîrîtiyên Kurdistanê de çavê xwe li jiyanê vekir. Hê 125 sal di ser lihevkirina Sultanê Osmanî Yavûz Selîm û mîrên Kurdistanê de derbas bûbûn an nebûbûn ku Osmaniyan niyeta xwe ya kirêt a di mijara Kurdistanê de hêdî hêdî azlû dikirin. Di 1639a de serxwerabûna Çiyayê Şengalê, di 1665a de berxwedana Evdal Xan mîrê Bedlîsê xwe nîşan dan. Çi bi serxwerabûnî, çi bi berxwedanî tevgerên gelê kurd li hember niyet û kirên Osmanî ranewestan. Di 1805a de serxwerabûna Evdirehman Paşayê Babanî, 1820 serxwerabûna Kurdên Zaza, 1828-39 serxwerabûnên Rewandûzê, Hekarê, Tûr-Abidîn, Çiyayê Şengalê, Diyarbekirê, 1847 serxwerabûna bi mebesta dewlet danînê ya Bedir Xan beg mîrê Botan, 1857 tevgera Yezdan Şêr, 1890 tevgera Şêx Ubeydulah, 1909 tevgera Şêx Mehmûdê Berzencî, 1910 tevgera şêxên Barzaniyan, 1914 serxwerabûn û cara pêşîn alaya serxwebûna Kurdistanê helkirina Seyid Elî, Mele Selim û Şêx Şabedîn li Bedlîsê, tevgera Koçgirî, 1925 serxwerabûna Şêx Seîd efendî, serxwerabûna Agirî û 1936-38 ya Dêrsimê xelekên zincîra têkoşînên rizgarîxwaziya milî yên Kurdî ne.

Gava Xanî çavê xwe li dinya siyaset û zanînê vekir, bîhna xetereta li ser serbestî an nîvserbestiya Kurdistanê hilanî. Ji ber dûrbênahiya xwe ya rewşenbîrî hunerê edebiyatê kir xizxx îdeolojiya xwe ya siyasî ku ev jî fikra «Dewleta Kurdî» danînê bû. Xwest dengê xwe bigihîne xan û mîrên Kurda. Lêbelê çi ji ber kurtebênahiya wan çi ji ber hoyên siyasî û civakî yên wê rojê, ew dengê Xanî nebirin xwe. Di pey Xanî de gelek şa'ir hatin meydana edebiyata kurmancî, lê ew jî wek mîrên Kurda kurtebîn bûn, heqîqeta komelayetîyê nedîtin, riya navdarbûyinê di dûvajoyiya mîstîsîzma Cizîrî û Feqiyê Teyran, di sofîtiya an heyraniya Muhemed pêxember de dîtin. Texlît her texlît dimîne, nabe orîjînal. Lewra ew jî texlît rêber, lêbelê ji ber lirûbûyina kûrayiya xwe ya rewş enbîrî; dêlva ku ewê aliyê Xanî yê siyasi ji xwe re hilgire, aliyê wî yê sofîtiyê hilbijart.

Ji 1898 bi derketina rojnama "Kurdistan"ê pê de pêlên pêjnên kurdayetîyê hilbûn, milmilîn. Li paytextê Osmanê îstanbûlê desteke xwenda û rewşenbîrên Kurd ên bilind derketin ku di cîgahên bilind ên seltenetê de xwedî nav û nîşan bûn. Tenê ne di cîgahên burokrasiyê de, lê di jiyana kulturî û rojnamegêrî, di jiyana siyasî herwekî damezrandin û têdekarkirina Itîhat Tereqî de xwedî paye û gotin bûn. Ev desteya bijarte ya rewşenbîrên Kurd li gora rewş û hoyên rojê bi baldarîke nûjen bîra kurdayetiyê geş dikirin, li hember despotîzma seltanetê têdikoşîn. Bi Kurdî-Tirkî rojname û kovar derdixistin. Li bajarên Kurdistanê yên nawendî «Qlûba Kurdî» dihatin damezrandinê ku serekên wan ew rewşenbîr bûn ku di nav rewşenbîrên împaratoriyetê de naskirî bûn.

Feqe Şêxmûs di van hoy û rewşan de li gora îro li çar, li gora wê gavê li du perçeyên Kurdistanê çi bigre ji serîkî heta seriyê dinê gund bi gund peyatî digeriya, feqetî dikir. Di wan gavan de dengê Hacî Qadirê Koyî çiyê, neçiyê pê nizanim, lêbelê di hicrikê medresê de piçek texlîta Xanî û lê bêtir dûvajotiya Melayê Bateyî kir. Şi'ra wî ya herî pêşîn ku di dawiya dîwana wî ya sisiyan de bi navê «Sebebê Çêkirina Ristê Min» çapkirî, vê baweriyê dide meriv: Seyda bi dengê Melayê Bateyî û bi texlîta Xanî dest bi kudandina li riya şi'rê kiriye, 1925.

“Wextê min dî qewmê kurdî pir delal

Ew di nêv ehlê cihan de bê heval

Ba sexawet, ba diyanet, ba hiner

Min lê goşê lewhê qelbim kir xeter

Ko beyan kim esl û ewsafên di wan

Milk û hikm û padîş ah û hem ziman

Der belaxetgahê çûme pêşî ye

Da nebêjin: Qewmê kurdî wehşî ye”

Tevî ku bi çend sed salan berî wan şi'ra nivîskî ya kurmancî dest pê kiriye û dêwekî mîna Cizîrî wê kompleksa kêm dîtina kurdîtiyê nedîtiye; tiştekî per ecêb e ku çi Xanî, çi Axtepî (Aqtepî) û çi Cegerxwîn sebebê bi kurmancî şi'r nivîsandinên xwe anîne bi vê girêdane: "Bila miletên dinê nebêjin ku qewmê Kurd hov e, wehşî ye, bê marîfet e... Bi zimanê wî şi'r nehatiye nivîsîn û h.d" Helbet bi zimanê xwe yê neteweyî nivisandin, eser afirandin welatparêzî ye, ji ziman û edebiyata gelê xwe re xizmet e. Lêbelê ku qabiliyeta ş a"irî an nivîskariyê di meriv de tune be herçend meriv bi pêlên welatparêzî û xîretkêşiya neteweyî dagirtî be jî gelo meriv dikare ristekê an rêzekê binivîsîne. An jî ku ev qabiliyet bi meriv re hebe jixwe dê meriv bi zimanekî binivîsîne ku zimanê herî çêtir ê bîr, raman, xwezî û daxwaziyên meriv axleb di şi'rê de dê bi kêrî vegotinê bê, zimanê meriv î gelerî ye. Wê gavê jî ne hewce ye ku meriv mineta nivisandina xwe li gelê xwe an li zimanê gelê xwe bike.

 

JI ŞA'IRÊ MEDRESÊ BÛYINA ŞA'IRÊ SERXWEBÛNÊ

Mele Şêxmûs di 1924 de li ber destê Şewqî Begê Erxeniyê li bîra Kurdayetiyê şiyar dibe (Keyo Cegerxwîn, Hêvî hej.3 - Sebat 1985). Di tenga xwe de ez ji vê kira Şewqî Begê re spasdar im ku xizmeteke mezin bo me kiriye.

Di pey serxwerabûna Şêx Seîd Efendî de dest bi xebata siyasî dike. Di 1928a de dibe seyda û dizewice, di 1930 de şoreşa nefsa xwe dike; şaşik, cube û rihê melatiyê davêje.

Seyda cara pêşîn li ser destê Şewqî Beg li siyasetê şiyar dibe. Lêbelê di pey de bi kîjan rewşenbîrên Kurda re dide û distîne, ji kî îstifade dike, an kî ne ku dîna wî ya kurdayetiyê pêş ve dibin, mixabin ji ber ku nehatine nivisandinê, an jî çavê min pê neketiye pê nizanim. Bîranînên wî yên çapkirî tune ne. Li gora ku min ji Azad Cegerxwîn bihîstiye, bîranînên Seyda yên nivisandî hene li gora programa wan dê bên çapkirinê. Hêvîdar im ku Seyda çêl li vî aliyê xwe kiribe da ku ev aliyê wî derkeve ronahiyê.

Serxwerabûna Şêx Seîd Efendî di 1925a de dest pê kir û di nava çend mehan de mixabin têk çû. Lêbelê hê berî vê hin rewşenbîrên ji pêşewayên doza kurdayetiyê yên bijarte derbasî Sûriya bin hikmê Fransiz bûbûn, li wê derê xebata xwe ya siyasî dimeş andin. Tevî lihevkirina peymana Lozanê ya di navbera Tirkiyê û dewletên alîgir jî, heta dawiya Şerê duduyan ê cihanî hêviya van rewşenbîr û kurdperwerên hanê ji danîna Kurdistaneke serbixwe an otonom nehatibû birînê.

Ji alîkî ve li Kurdistanê dû û dûxan hildibû û ji aliyê dinê ve pêşkêşên vê dozê li gora hoy û rewşên wê rojê û di tenga karîna xwe de xebatên rêxistinî, siyasî û çandeyî pêş ve dibirin. Pêşkêşên vê dozê ew kes bûn ku di nav civaka kurdî de hem ji aliyê rewşenbîrî hem jî ji aliyê cîgahê civakî de xuyanî bûn: yanî torin bûn, maqûl bûn. Di wê gavê de ji xwe kurdayetî karê maqûlan bû, lewra di Kurdistanê de sinifa karkêr tune bû û gundîrî jî bi têkiliyên şidandî yên êl û eşîrê girêdayê bi sermiyanên xwe yên feodalî ve bûn.

Seyda jî bi rêgeha xwendatiya xwe yek ji maqûlên, rewşenbîrên civaka kurdî bû. Wî jî di vê çeperê de ciyê xwe yê ber bi pêşveçûna tarîxê fesiland û girt. Ji şa'ir «Mûsayê Hesarî» gêra bû Seyda Cegerxwîn.

Netewayê kurd an doza kurdayetiyê li benda şa'irekî gelêrî bû ku wî vê pejnê hilanî, bersîva erînî ya vê hewcedariyê dayê.

Rewşenbîr û pêşewayên doza kurdayetiyê rûmetek bilind dan SeydayêCegerxwîn. Mîr Celadet di hejmarên 26, 27 û 28 ên Ronahiyê de bi qedirzanîneke bilind û pesindayinên hêja çêl li Cegerxwîn dike. Mîr Kamûran di Roja Nû de şi'rên Seyda wergerandiye Fransizî. Bi munasebeta ola Yêzidiya Osman Sebrî bi şêxên Yêzidiyan re roportajek an lêkolînek çêdike, di vê nivîsara xwe de gava çêl li Cegerxwîn dike, wî «şa'irê me yê milî Cegerxwîn» dide nasînê ku paya «şa'irê milî» payeke wisa hêsan nîne. Ji Haco axa heta Qedrî Cemîl Paşa gelek welatparêz û rewşenbîrên kurd çi madî çi manewî piştgiriya Seyda kirine. Bi dîtina min ku piştgiriya wan hêzan tune biwa êrîşên Seyda yên li hember xurafe, şêx, axa, beg û «dewlemendên bêşeref» yanî yên newelatparêz an negelperwer wê piçek dijwar biwa. Ew kesên ku kuştina mêrekî û ya mêşekê li cem wan wekî hev bûn, ku paxava wan ji van hêzên piştgirên Cegerxwîn ên welatparêz tune bûna bi dîtina min an wê Seyda ew çend nejiya an jî wan şi'rên xwe yên xweş ên dîdakfîk dê nenivisanda. Lê divê meriv ji bîr neke piştgirî tevkar e, lê cewher bi xwe cewherê Seyda ye, Seyda bi xwe ye.

 

XISÛSIYETÊN ŞI'RA CEGERXWÎN

Şa'ir û seydayê me yê gelerî Cegerxwîn bi tarîxa ku em pê dizanin ji 1925 heta mirina xwe bêrawestan nivisand. Di warê ferhengê, gramerê, tarîxê, cografyayê de jî nivisand. îro di kutubxana kurdî de heşt dîwanên wî hene, dîwaneke wî jî li ber çapê ye, ku di nêz de dê bikeve destê xwendevanên Kurd.

Di van heşt-neh dîwanan de ji heşt sedî bêtir bi formên cihê cihê şi'r hene ku tu şa'irekî Kurmanc ewçend şi'r nenivisandiye. Helbet di aliyê hejmarî de pir an hindik şi'r nivisandin nabe sedemê hêjabûn an nehêjabûna şa'irekî. Hejayiya şa'irekî; bi hêjayî, nûyîtî û xurtiya hunera edebî ya şi'rê wî ve girêdayî ye.

Ji bona têgihîştina hêjayî an nehêjayiya şi'ra Cegerxwîn, divê meriv şi'ra wî li çar bêjingên şi'rê xe. Ev bêjing jî ev in: Mijar, teşe û pîvan, nûyîtiya bi nîsbeta ya kevin an têkiliya bi ya kevin re, felsefa hunerê û jiyanê.

 

I. JI ALIYE MIJARÊ VE

A. Şi'rên siyasî û komelayetî: xisûsiyeta herî nû û mezin a şi'ra Cegerxwîn ji vê tê. Di şi'rên xwe yên li ser mijara siyasî û komelayetî de Seyda dîdaktîk e. Yanî hînkir e, şîretkir e. Ev di şi'ra kurmancî de nûyîfîkî ye ku bi wî dest pê dike.

Aa. Şi'ra Cegerxwîn têkoşer e: ji bo rizgariya Kurdistanê, ji bo serbestiya gelê kurd, ji bo wekheviya qor û çînên civakî, ji bo rakirina damezranên kevnare ku li ber serbestiya gel, û wekheviya qor û çînên civakî dibin bend, ji bo maliştina xurafe û baweriyên pûç û ji bo avakirina dinyake aşîtîxwaz têdikoşe. Êrîşên şi'ra wî yên li ser dewletên Kurdistanê dagirkir bi mebesta rizgarkirina Kurdistanê û gelê kurd e. Piştî ku Kurdistan rizgar bibe, gelê kurd bigihîje serbestiya xwe, wê çi dijminahiya Cegerxwîn yanî ya gelê kurd li hember Ereb, Faris û Tirkan bimîne. Divê meriv viya jî ji bîr neke ku gava çi Cegerxwîn çi yekî mîna wî bi êrîşkirin ji «Ereb», «Faris» an jî «Tirk» xeber dide, mebesta wî ji bilî hêvotkarên dewletê û çînên hakim ên wan welatan pê ve tiştekî dîtir nîne.

Şi'ra Cegerxwîn têkoşer e:

“Kurdino, merdino, pir xweş e serxwebûn

Ew demên tar û teng ko me dîn vane çûn

Dest bidin hev hemî pêş kevin em hemî

Da biçin bo welat yan mirin yan felat

Roj li me hate der, zû şiyar bûn ji xew

Ev dema ceng û şer, paş ketin êdî hew

Dest bidin hev hemî pêş kevin em hemî

Da biçin bo welat yan mirin yan felat”

 

Ab. Şi'ra Cegerxwîn ronîkir e: Ji ber şer û êrîşên lejkerî yên Romî, Bîzansî, Mongolî, Ereb û h.d. welatê me Kurda timî biye ciyê talan û tajanê, dû û dûxanê. Di zemanê Osmanî û dewleta Kemalîst de jî çi bigre ji deh salan carekê ev hatiye carîkirin. Herçend me serî li ber dijminên xwe dananîbe jî, ji aliyê lejkerî ve em têkçûne. Di vê têkcûnê de hebûna me ya madî yanî dewlemendiya me ya aborî ji aliyê talankiran ve hatiye maliştin. Di pey vê têkçûnê de gelê me li jiyan û aboriya xwe xebitiye, piçek pişta xwe rast kiriye dîsa bi ser de lehiya êrîşeke nû hatiye. Gava şerê lejkerî li Sêrtê, Hekarê biye ew der ji xwe hatine talankirinê lêbelê pê re jî Kurdên Sêwas û Malatyayê jî bi riya bertîlên şexsî an alîkariya ji bo dewletê hatine talankirinê. Ev bûyer bi sedsalan her wisa berdewam biye. Xizanî maka nezanînê ye. Hingî em têk çûne em xizan bûne, hingî em xizan bûne em nezan mane. Xurafe û baweriyên pûç di tarîtiya vê nezaniyê de xwe li me rapêçane. Cegerxwîn bi vê zane û lewra di her firsetî de dixwaze gelê xwe ronî bike:

“Bes e paçik ji guh derxe çi hawar û çi qîrîn e

Xwe rapêçe ji bo cengê bi zor heqê xwe bistîne

Dizî û cirm û bêş û zor, bes e milet li te şerm e

Dema tang û firoka ye, çi xiş t û def û tizbî ne?

Bixwîne da ku serbest bî, bi xurtî bighê doza xwe

Binêr her tişt li dinyayê wekî cenga Filestîn e.

Cegerxwîn tim dikî qêrîn, sitem dimrî bi hikmê dem

Ji min bawer ke ey milet nebê dîn e ne bê dîn e.”

 

Di ronîkirina xwe de Cegerxwîn rexnekir e jî:

“Nifrînekê ji Yezdan dikim, tu bêje amîn

Şêx û melayên Kurdan belengaz û geda bin

Lewra yekî ji wana qanûn bi zarê kurdî

Ji bo me çênekir e qet, ji ber vê em nezanin

Feqî bi xwe nezan e, seyda dinêrî qamûs

Her yek bi dil dibêjin em miftiyê zeman in.

Bi kurdî ger bixwînin bê renc û bê giranî

Bê qeyd û şerh û haşî cahil bi xwe dizanin.”

 

Ac. Şi'ra Cegerxwîn qîrîn, hawar û gaziya gelê kurd e: li ber çavê dinyayê, li ber çavê azadîxwaz, demokrasîxwaz, aşîtîxwazên dinyayê welatê Kurda dû û dûxan, gelê kurd li ber zor û sitemê di gola xwînê de bê dost û heval û perîşan e. Mafê gelê Kurd ê di dest de bi tenê qîrîn û gazina wî dimîne. Diqîre ka ku dengê wî bibihîzin, ka ku yên ji wî bi xwe dengê xwe bibihîzin:

“Welatê Kurda tev xêr û bêr e

Hemî maden e tev zîv û zêr e

Lê çi bikim îro maye j'xelkê re

Welatê Kurda hemî çîmen e

Egîd û ş êr û piling tê hene

Hemî heval û pismamê me ne

Koma miletan ma qey tu ker î

Çavê te kor e tu l'me nanêrî

Yaxud dijmin î, ji me nagerî

Gunhê me çi ye bo çi deng nakî

Pirsê ji halê me Kurdan nakî

Em kêm ketine, tu me ranakî

Ma ne hêja ye, em herdem ba kin

Ax û xweliyê bi ser xwe dakin

Yan bibne dewlet, yan bêne kuş tin

Yan dilxweş bimrin, yan dil bi matem.”

***

“Xakî Kurdistan bi qurban pir ciwan û paqij î

Xwîn rijandin pir kurên te wa li her alî rijî

Miletê kurd ta ku sax e ew ji vê rê nagerî

aferî... aferî...

Qadî Mihemed aferî

Ey Tirûman kuştina Qadî Mihemed ka çi ye?

Qey edalet tim wisa ye, hukmê dîmûkratî ye

Lê bi kuştin û bi zîndan miletê kurd namirî

aferî... aferî...

Qadî Mihemed aferî”

 

Meriv dikare şi'rên siyasî û komelayetî yên Cegerxwîn li gora temayên wan bi vî awayî par veke:

1. Li ser rizgariya Kurdistanê

2. Li ser yekîtiya an yekîtîxwaziya gelê kurd

3. Pesnê qehremanên tarîxî-mîtolojîk ên kurd û îranî

4. Êrîşên li dijî şêx, axa, beg û dewlemendên ku li ber yekîtiya gelê kurd û rizgariya Kurdistanê bend in û tevkarê dijmin in.

5. Aşîtî û demokrasîxwaziya cîhanê

6. Li ser têkoşîna çîna proletar û gundiyan

7. Şîretên li ser pîr û pergal, rabûn û rûniştinê.

Şi'rên wî yên siyasî komelayetî bi piranî bi mebesta propaganda û ajîtasyonê hatine nivisandinê. Ji ber vî çendî dengê wan gurr e. Yên xwendina li meydan û kolana ne, yên li xwexistin û serxwerabûnê ne.

 

B. Şi'rên evîndariyê: şi'rên Seyda yên evîndariyê di du tofan de berhev dibin. Tofa pêşîn ew in ku dilketiya Seyda jin e an keç e, lêbelê ev jin, keç an dayik bi xwe sembola Kurdistanê ne. Di xwendina şi'rên ji vî celebî gava çêl li dilketiya xwe dike, jineke bi ser û sinc, bi laş û gewde dixuyê. Lêbelê ev jina ji aliyê Seyda ve hembêzkirî û li ber ramîsana nişka ve dibe «dayika welat», «dayika Kurdistan». Şi'rên wî yên ji vê tofê, meriv dikare bêje ku berdewama şi'ra me ya klasîk e, bi vê têveliyê ku di şi'ra klasîk de «Xwedê» di ya Cegerxwîn de cihê xwe daye «welat» an «Kurdistanê».

Şi'rên wî yên tofa diduyan rasterast yên li ser evîna muşexes (konkret) e. Dilketiya Seyda jineke an keçeke zindî ye: bi çente, qundere, kember, bazin, guhar e. Bi Seyda re li konser, meyxane û tiyatroyê ye, di locayê de carina bi hev şadibin. Bi hev re şerabê vedixwin, Seyda bi sêvên wê dileyize.

Şi'rên Seyda yên tofa pêşiyê dûmahîka şi'ra me ya klasîk e ku şa'ir evîna xwe ya beşerî ji ber şerm û fediya dinyayê ku bixwesta jî nikaribû bianiya ziman, çêl lê bikira. Kirasê Xwedê li dilketiya xwe kirin meşrûiyetê dida evîna şa'ir. Ku meriv hin şi'rên Cizîrî ji «kirasê Xwedetiyê» bişêlihîne, ewê rasterast bibin şi'rên evîndariya beşerî, belkî piçek bîhna mustehceniyê jî jê bên. Seydayê Cegerxwîn vî «kirasê Xwedetiyê» jê şêlihandiye, lêbelê «kirasê welat an Kurdistanê» lêkiriye.

Di şi'rên tofa diduyan de Seyda rêçika evîndariya folklorîk ajotiye. Di stranên folklorîk an gelêrî yên kurdî de ji hezkirina keç û xort, jin û mêr re tixûbek kişandî tune. Nemaze di dûrikan de ji navê berjêr û ji navê berjor ewçend tişt têne gotinê ku yên hîn nebûyî ji berê şerm dikin. Ji aliyê bi serbestî gotina li ser evîna beşerî Seyda rêçika folklorê ajotiye, lê di aliyê form, aheng û gotinê de en'eneya xezelê meşandiye.

 

II. JI ALIYÊ TEŞE Û PÎVANÊ VE

Çi yên siyasî-komelayetî çi yên evîndariyê şi'rên Cegerxwîn ji aliyê teşeyên (form) xwe ve klasîk in. Piraniya wan bi teşeyê xezel û mesnewî hatine nivisandinê. Wekî Paul Robson mustezadên serbest û hin ên mustezad jî hene. Wekî dinê bi teşeyê musammat jî şi'rên wî hene ku ev gişt ji aliyê teşe ve teşeyên klasîk in. Ji bilî vana Seyda bi teşeyê dûrikên ber tembûrê jî çend şi'r nivisandiye ku «Ji Hevalekê re», «Gulperî», «Padîşeha Evînê» ji vana çend numûne ne.

Ji aliyê pîvanê (wezin) de şi'rên Seyda piranî bi erûzê ne.

Çi ji aliyê teşe çi ji aliyê pîvanê de şi'ra Cegerxwîn şi'reke nû nîne, bi maneya kevinî klasîk e. Lê divê meriv vê jî ji bîr neke heke ew bi teşe û pîvana xwe ji ya kevin awarte biwa ji aliyê xelkê ve belkî ewçend nehata girtin û hezkirinê, di xwendina li meydan û kolanan belkî ewçend tesîr li gel nekira.

 

III. JI ALIYÊ NÛYÎTÎ Û KEVINTÎYÊ VE

1. Ji aliyê teşe, pîvan, deng û ahengê ve şi'ra Cegerxwîn şi'ra Cizîrî ya bê mîstîsîzm, ya jiyana sedsala me ye. Qalib kevin e ruh nûjen e.

2. Ji aliyê ziman û xîtabî xelkê kirinê de Cegerxwîn Bateyî yê sedsala me ye. Bi zimanekî ku herkes jê têbigihîje û bi mebesta propagandayê herdû jî şi'r nivisandine. Bateyî propaganda dînî, ya hezretî Muhemed dikir, Cegerxwîn ya rizgariya Kurdistanê dike.

3. Xanî fikra dewlet danînê bi diyarî berpêşî miletê kurd kiriye. Lêbelê Xanî di vê de bêtir wek alim, fîlozof û dîplomat xebatê kiriye. Xanî dayetî û mamostayiya vê fikrê kiriye, lê Cegerxwîn mîlîtan û ajîtatorê vê dozê ye: gotina xwe rasterast bi hêrs, qîrîn û navtêdanê dibêje. Ji bona ku meriv ji Xanî fêm bike divê ku meriv xwenda û zana be, lê ji bona fêmkirina ji Cegerxwîn ne hewce ye ku meriv xwenda û zana be. Herdû jî hunererê (sen'et) kirine xizxx siyasetê û civakê, lê hunera Xanî arîstokrat e, ya Cegerxwîn gelêrî ye.

 

IV. JI ALIYÊ FELSEFA JIYANÊ VE

Di şi'ra kurmanciya bakur de şa'irê pêşîn ku felsefa jiyanê ya komelayetî û şi'ra kevin girtiye avêtiye, Cegerxwîn e. Di hoyên îroyîn de ev ji me re gelek manîdar neyê jî, di hoyên salên 1920 hetanî 1960 yên Kurdistanê de gelek gelek manîdar e. Şa'irekî ku ji melatiyê hatiye, bi salan bi vê felsefa kevnare ya di ruhê mirovan de hestî-girtî xwendin û gihîştina xwe biriye serî, belkî heta wê demê ew û felsefa nûjen a rojava qet rûbarê hevûdu nebûbin, di nav komela kurdî de bi carekê radibe li dijî prensîbên bingehîn ên vê felsefê derdikeve. Li hember «La hewla wela quwete îla bîlahî-l elî yul ezîm», «Er rizqû 'el-ellah», «E1 qeder la muxeyyer», «La rahetî fîd-dunya»; ji bona ku miletê kurd, karkêr û gundî, mirovên li dinyayê ji sitem û bindestiyê bifilitin, di dinyake xweş û şîrîn de bi hev re bijîn rabûn û qîrîn, navtêdan di komelake mîna komela kurdî paşvemayî de tiştekî hindik û hêsa nîne, rasterast şoreşa bîr û ramanî ye. Gava ku meriv bide bîra xwe di hoyên îroyîn yên 1986 de tevî pêstûrî û sitema kemalîzmê li ser dezgeh û damezranên dînî yên Tirkiyê, ji bo ray stendinê partiyên Sosyal Demokratên endam an nîvendamên Enternasyonala Sosyalîst diçin xwe davêjin şêxên Bîngolê, Bedlîsê, di ber wan digerin. Hebûna van «şêx», «dede», «pîr» û ruhbanan, nîşana bi hêz bûn vê felsefa kevin û hê ji hev nebişkifîna avahiya komelayetiya kevnare ye. Di vê rewşê û di hoyên 1920, 30, 40, 50yan de bê piştgiriya siyaset an îdeolojiya resmî ya dewletekê li hember vê felsefa kevin têkoşîn barekî giran, karekî zehmet e.

Ruhê ku jiyanê dide ş i'rên siyasî û komelayetî yên Cegerxwîn ev felsefa wî ye. Ev felsefa wî ye ku bizota têkoşînê û ji kurdbûna xwe nefedîkirinê, berevajî ji kurd-bûna xwe serê bilind ragirtinê da nifşa me.

 

BÊŞANSIYA CEGERXWÎN

Rewşenbîrên hevalên Cegerxwîn yên wekî Bedir-Xaniyan, Cemîlpaşazadeyan li Îstanbûlê, li Ewrûpayê xwendina li gora hoyên wê rojê ya bilind û nûjen xwendibûn. Bi hindikî bi çend zimanên rojavayî zanibûn, ew û kultura rojava rûbarî hevûdu bûbûn. Bi hindikî di aliyê şi'r û edebiyatê de naskiriyên Namik Kemal, Tevfik Fikret û Halit Ziya bûn ku ev jî neynika edebiyata fransiz ya li Dewleta Alî Osman bûn. îstanbûl merkeza tevgera huner û edebiyatê bû. Cegerxwîn ji van îmkanên hevalên xwe bêpar bû.

Teoriya wî ya edebiyatê teoriya belaxeta li hucrik û medreseyan, ya di navbera melayan de bû. Feqehên ji malan şîv berhevkir, melayên mirî-şo ne bi alîkariya hin «musulmanên ehlê xêr» be, nikarin kitêbên xwe yên xwendinê bikirin, di ku de ewê kitêbên kultura giştî ya ji dervayê xwendina mecbûrî an yên li ser huner û edebiyata nûjen bikirin.

Cegerxwîn di van hoyan de jî. Di jiyana xwe de timî çi bigre «qaçax» bû. Gava ku Nazim Hikmet ji Tirkiyê reviya cihekî mîna Sovyetê lê sitarî kir, lêbelê cihekî ku li Cegerxwîn sitarî bikira tunebû. Ne Tirkiye, ne Sûriyê, ne îraq û heta şoreşa 1961-1975 jî lê sitariyê nekir.

Şa'ir, nivîskar, hunermend ku dîsa dîsa nexwîne, negere, nebîne lênekole dê çawa pêşve bibe? Ku ew pêşve nebe dê çawa bikare tiştên nûtir û hêjatir biafirîne? Ji Sûriyê heta îraqê, ji îraqê heta Lubnanê, ji Lubnanê heta Swêdê Cegerxwîn ji ber zor û sitemê reviya, ne ku geriya. Ev ger ne gera kulturî bû, lê reya zerûrî bû. Loma ji dîwana diduyan Sewra Azadî pê de êdî nûyîtiyek, xweberiyek di şi'rên wî de dîtin, dengekî nûtir bihîstin zor e.

 

GOTINA DAWÎ YA VÊ NIVÎSARÊ

Şi'ra kurmanciya bakur ku bi şi'ra Cizîrî li asoyê edebiyata me geş bûbû, bi şi'ra Xanî kete xizxx îdeolojiya milî. Di pey Xanî de hebûneke xurt nîşan neda, di nav mirin û jiyanê de ma. Cegerxwîn bi giyaneke nû jiyanê dayê, şi'rê ji dîwan î dîwanxana derxist, bire meydan û kolanan.

Cegerxwîn rûpela dîdaktîzmê li şi'ra kurmancî zêde kir. Dîdaktîzma Cegerxwîn di hindava guhartina rewşa siyasî û komelayetî de ye: hişyarkir e, ronîkir e, têkoşer e. Heta şoreşa Kurdistanê serkeve wê şi'ra Cegerxwîn ji aktueliya xwe, ji jîndariya xwe tu tiştekî winda neke, wê her van erkên xwe bi cih bîne û bi wî awayî jî Cegerxwîn dê bijî.

 

Rojen Barnas

Çavkanî: Kovara Hêvî, hj: 6, r: 7-26, 1987 [bnk.institutkurde.org]

 

Dîroka Weşanê: 19 Berfanbar 2018 - 14:40:31
Etîket: #Rojen Barnas # Ronahî # Cegerxwîn # Lêkolîn