A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Remezan Alan - Pêşgotina Qetranê bo Dost Çiyayî

Dost Çiyayî, ji vê dinyaya gewrik zû bar kir. Wisa sivik, di baskemilekî de xwe gihand milê din. Koça wî canê me cût, pêlên çûna wî bi gurmênî li hundirê me xist, heya çend rojan bêje di devê me de bûn hesin, dilê me ji ax û keseran peritî, qirika me ji xweziyan xetimî... Heta car caran ji vê çûna bêxeber serê xeydeke bêkêr di me de şên bû. Lê zeman, ew sarinca hemû êşan, di ber me de jî hat, em hedirandin. Pêşî giriyê daqurtand, dû re qeyd û melbendên ferasetê şikand. Çawa be hekîm bû ew; birînên herî xedar bi destê wî dicebirîn û bi sebra wî pirên jiyanê cardin li ber me ava dibûn. Belkî ji zanîna vê tecrûbeyê bû an ji bêçaretiya li hember mirinê bû, tam nizanim, min xwest heyamek bikeve navê, wext rêberiyek çêbike. Ku bikaribim li ber xatireya destebirayekî, heyberî bibêjim, binivîsînim û deynê xwe bidim! Qey dibêjim îro, xwîna vê wêrekiyê di canê min de digere.

     Belkî Dost jê ne hayedar bû lê tam mîna helbestkarek jiya. Ji ber ku tu carî tiştên ku nivîsand neeciband, qîm li dirûvê wan î dawî neanî, awireke şikbar ji ser wan veneqetand... Di vê helwestê de bi qasî hizra "gotina kamil", azweriya saf jî cî digirt. Ji bo helbestên xwe Dost tu carî guh li dengvedana wan bel nekir. Li gorî wî helbest, dengekî bêveger bû ku li dinê dihate xelatkirin. Têkiliyeke bêhêvî û bêmenfaet! Ji wî belkî di dinyaya xwe ya hundirîn de bêrawestan pê re da û stand, lê di ya derveyî de şerbeta şûmîtiyê nedayê. Heta ji yên ku derxistibû ber ronahiyê jî ewçend razî nebû; di wan de agirê afirîniya saf nedidît. Îro vê yekê çêtir dibînim. Ji ber ku defterên jê mayî (sê lib), bi helbestên nîvco, parî parî û cihê cihê tijî ne. Çi bi seranser, çi bi beşekê, çi bi risteyekê, çi bi bêjeyekê, nû û kevin, kin û dirêj, libek tune ku ji wê birûska lêgerok nekizirî be. Lê tu pozberiyê vê helwestê nîn e; jixwe mebesta Dost jî ev bû; li bermayiya li dû şewatê digeriya. Ya ku tê de helbestkar xwe bi dilsozî vajî dikir, sîngê xwe dida agir! Di bêhnvedana vê serboriyê de xelat, gihîştina xawêniya bêdengiyê bû. Ku jiyana wî ya derveyî bi temamî li ser vê xetê bû.

     Dost, ji qetrana qehran û dergehên demderewîn bi serkeftî derket. Ji zarokên vê xebata ji me veşartî diyar e ku wî, xwe ji du kêmasiyê, ji “belaxat” û “anjanbmanê”, pak kiriye. (Ku ev her du, du nexweşiyên helbesta kurdî ya modern in.)

     Di xwendineke tenik de jî be, di her hivdehan de, bo derbirîneke hêmayî wate nehatiye telefkirin; pênûsê rû nedaye canbaziya gotinan; kirde, yanû navenda vegotinê, belawela nebûye... Temayên wek birînên zaroktiyê û kurrê ku bi tehekuma bavê adetî hesiyaye (qetran, xeyalên xilmaş, evîndarê stêrka rohilat, kirasê min li min nedihat); rewşa welat û insanên wî yên bindest (xewnên xwîn-lixwekirî, kenên koçber, germeke sar, av xeyidî / helebçe, dem û deng, bendewarî û heta baz jî); takekesiya dinyayî û tenêtî (robarek e diherike dilê min, dilopek jan, jana can, hêvî ma buhareke din, berfîn, sêmar); gunehkariya dîrokî ya ku siya wê ketiye ser giyanê nifşê îroyîn (hezaz xalî), bi zimanekî dilsoz î dawerivî hatiye gotin. Ya Dost ne wate-helbesteke ku bi lêkolîneke hûrbînî bê dîtin û bi heyraniyeke destpalînî were tayînkirin e; ew bêhtir dilvalakirinek e ku bi dengekî ahengdar re gujjî dinyayê bûye. Li ser xeta huznê, bi milê êvar, şev û sitriyan de! Rewşa vebêjerê ku xwezayê bi mêrg, zinar, çiya, robar, hesp, şûr, gund û zozanan geh bi hesreteke lirîk û geh bi hêrseke epîk pêşkêş dike, ne ji taswîreke hewcedar, an ne ji analojiyeke li miqabilê giyanê insan dikeve rê. Ji van dîmenên organîk, bi qasî dendika tirsê, avgoniya azad a asîmanan jî difûre. Ji kirêtiyê bêhtir spehîtî heye. Lêbelê kirdeya helbestê, li ber vê spehîtiyê, yekî ku jê bêpar maye ye. Jixwe ev êş e ku wî dilzîz, dengketî û carna jî meydanxwaz (bêhtir di dem û deng de) dike, lê li hember dinyayê û zimanê zilmê, wî tenê dihêle. Travmaya civakî (welatî) û takekesî di vî sînorî de hev hembêz dikin. 

     Di helbestên berê de anjanbman, yanê rista parçekirî, taybetiyeke berbiçav bû. Gerçî Dost tu carî ji “û"yekê risteyek çenekiribû wekî hinekan, mînakên nêzîkî wê di xwe de hewandibû; ji bo xatirê armonî û rêzbendê wî jî ji wê ava bêkêr vexwaribû. Lê wisa dixwiyê xebata wî ya li dû kemalê, bi qasî gotina fesîh, cemala dirûvê jî bexşî wî kiriye, heya tingêna dawîn îmkana risteyê li berfireh kiriye... (Xwezî ew jî ji van serkeftinan hayedar bûya û bi hisandina wan me ew şa bikira!)

     Helbest, bi qasî beş bi beş rojnivîska bişiûr a helbestkar e. ewçend jî dîrokeke bêşiûr e. Her dem nebe jî bi gelemperî di nav xwe de "çîrokeke din" dihewîne. Bayê vegotineke din, an çilkeke ku hêdî hêdî belavî tevahiyê dibe! Di vê kitêbê de jî bi qetran û kirasê min li min nedihat rasterast, bi helbestên din nerasterast movikmn dîrokeke din heye. Ji keserên kiras zingar û hêviyên qeşagirtî wê de, li bin piltên ewran silûeta qulingekî jar î ji refên xwe derengmayî, stêrka birîndar î ji perwazekî xwe dinaliya, dilê ku perekî wî şikestî heye: Sê-murxên Dost Çiyayî! Bi zimanekî din sedemê vekêşana wî ya zimanî! Wisa dibêjim ji ber ku Dost, bi Wext re di nav pêşdebaziyekê de bû. Aramiya jiyana wî neh sal berê xera bûbû.

     Bi serê gurçikekê mabû û bo pêşerojê jê ne bawer bû. Wext û têrînekirina wê, ji ser serê kar û barên wî re têleke vekişiyayî dikişand. Sedemê mezin î geşbûna agirê xebata wî jî ev bû, lê ev sedem mixabin di navbera wî û afirandinê de pizotê pevçûnekê jî xwedî dikir. Ev çilka bêhuzûr a ku wekî nexweşiyeke sarî (perokî) belavî hemû hestiyariyên wî dibû, bi destê xencereke xenzîr, qolinceke yeman ji ber rahnên wî diherikand dendika tirsê (mirinê) lê diwerimand. Ku di ciyekî helbesta evîndarê stêrka rohilat de ev rastî wiha eşkere hatibû gotin: Kevjalên xesîs / marên kor û / ji gurên manco xemê naxwim / ketineke bêwext an / girtineke bêbext e tirsa min... Ji vê kemîna xenzîra ku çarmedora wî bi afirînê, bi xêza ebedî, dixwest xelas bibûya. Li gorî min di nav hemû helbestan de temaya herî trajîk lê ya herî watedar ev bû, Ji ber ku ev temaya ontolojîk ya me hemûyan e. Eynî mîna mirinê! Mirina ku Rilke jê re "Mirin mezin e/Û em, yên wê ne" digot!

https://helbestakurdi.com/uploads/yendin/qet.png

 

     Qedera vê pirtûkê mixabin bi şerbeta nexweş lê bi ya herî ebedî tayîn bû. Jixwe barê wê yî xemgîn jî ev e. Dê di her xwendinê deev rengê ha û pirsên wek ‘Gelo helbesta qetran bihata temamkirin; bi destê afirînerê xwe bihata tasnîfkirin ev metin, dê tiştekî çawa derketa?’ xwe bidine der. Û ihtîmaleke mezin pirsên ‘Bo merhaleya duh û îro bê dîtin helbesta kevirteyrê ketiye pirtûkê?’ û 'Guherandina helbesta helepçe, berfîn, hezaz xalî, robarek e diherike dilê min, kenên koçber ji wê lêgerîna li dû kemalê bû?’ jî xwe bidin ber siya yên din. Tiştek ji dest nayê; min çiqas pêjna xwe li ser ‘Dost bûya dê vê helbeslê bikira pirtûkê an dê filanê jî tevlî nekira û eva ha dê neketa pêşiya ya din?’ girê dabe jî, ji serî de kêm e ev metin. Lê kî dikare çi bike! Zeman ji bo me hemûyan xezaleke bezok e, fersend nade ku tu çavên wê maçî bikî. Û dema dide jî, tu dibînî ku li pey te bo xewrevîniyê, çend xêzk û germahiyeke bêcî mane. Dost, li gorî vê qederê, bi zor jî be, çend xetên tekûz û germahiyeke ebedî hişt. Mala wî ava.

Remezan Alan

Çiriya Pêşîn/2003, Amed

Çavkanî: Qetran, Dost Çiyayî, r: 7-11

 

Dîroka Weşanê: 19 Berfanbar 2018 - 14:40:31
Etîket: #Remezan Alan # Dost Çiyayî # Qetran # Pêşgotin