A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hiner Salim - Şaîrê Bergirîyê ŞÊRKO BÊKES [HEVPEYVÎN]

"Şaîrê bergiriyê Şêrko Bêkes"

 

Şêrko kurê şaîrê bi nav û deng Fayiq Bêkes e. Li bajarê Helebce, li 2ê gulanê 1940 li dayika xwe bûye. Ew û bab û dayik û du xuşk, li maleka tenya menzel û heywanek dijiyan. Wê malê ji bilî destekê nivînke û navê tîrê û sindoqek ji erdî tiştekî dî tê de nebû.

Ev hevpeyvîne li meha îlona 1988 li Îtalya me li ser kasetê tomar kir, û nûke bi destkariyeka pir kêm pêşkêşî xwendevanên kovara Hêvî dikim.

 

Kak Şêrko, yadigarêt bavê te çi li bîra te maye?

—Hindik tiştên kêm wekî xewna têne bîra min. Ew mamoste bû li xwendegeha Helebcê, car car li rojêt sextêd zivistanê ez digel xwe dibirme mal. Tiştekî dî ketiye tev xeyala min, ew e gava ez li gel xwe birime bajêrê Slêmaniyê ji bo çila şînî û matemîna Emîn Zekî Beg. Koreka şiîrî hatibû sazkirin, Bêkes jî beşdar bûbû û şiîrêd xwe xwendin, gava niha ez hizir dikim ev yadigar û rodanêt jiyana wî li alîkî û ew tiştên min ji dayika xwe û li dostên bavê xwe bihîstim bûne binaxa dirustbûna hesta şiîrî di giyanê min de.

Şêrko Bêkes

 

Te kengî dest bi şiîrnivîsînê kir ?

Her li jiyana herzekariyê û lawîniyê min dest da şiîr nivîsînê. Baş li bîra min e rojekê ez çûm ji bo bînîna mamosta Goranê şaîr, da şiîrka xwe pêşana wî didim, min jî ber deriyê daîra wî kar lê dikir rawestam, heta hate der. Kengî hat serrast şiîra xwe derxist û destê xwe ji bo wî dirêj kir, ewîş ez dinasîm, gotî “Ha! Kurrîbaş, çît gerek e?”. Gotim ‘Ez kurê filankesî me, û şiîran dinivîsim.” Gotî “Ha! Tûş şiîra dinivîsî?”. Gotim: “Belê û dixwazim li vê şiîra min binêrî.”, wî jî daxwaziya min red nekir û berçavka xwe danî û lê nêrî, gotî “Xerab niye, lê belê...” Ji bilî vê rodana biçûk, yekem şiîrim li nawerasî salên 50ê li “Jîn”ê hate belav kirin. “Jîn” hemû heftiyê derdiket, bi tenê pencere bû ji bo me. Li derketina wê govarê ji bilî Pîremêrd şaîr Goran jî rolek tê de hebû. Paşî dîsa, min şiîrên xwe li ser rûpelên govara “Rojî Nuwê” belav dikirin, ku Kameran Mukrî serperiştî dikir û 12 jimare lê derçûn , min di çend hejmarên wê de şiîr belav kirin. Piraniya wa siyasî bûn û li ber kem û kurtiyên hunerî min li yekem dîwana xwe da jî belav nekirin, belam êsta eger serceme karên xwe çap bikim, misûger wan şiîra jî didanime ser.

 

—Te gelek caran bajarê hêlay û çûyî nav pêşmergan, belê cara yekê kengî bû?

—Li naverasta salên 60ê bû, ku Ebdurrehman Arif dest bi girtina niştimanperwerên kurd kir, dixwest min jî bigrin, ji ber hindê şar min bi cih hişt û çûme navçeyên rizgarkirî û li ser şaxên Kurdistanê. Li wir çend şaîrên din min nas kirin, yek ji wan Hejar bû. Van hemû rodana ezmûna şiîrî ya min dewlementir kir. Heta rêketina 11ê adarê 1970 û dawiya wê jî li rojnama “Birayetî”ya Partiya Dêmokrata Kurdistan min kar kir, hingî li Bexda der diket.

 

—Ez wesa dizanim gava beyana Ruwange derçû tu jî yekek bûy ji îmzakerên wê?

—Belê, digel Husên Arif, Mem Botanî, Celalî Mîrza Kerîm û Cemal Şarbajêrî, ez jî tê de bûm. Belavkerên beyana Ruwange nivîserên law û xudan îdeolojiyên neyek û cihê bûn, lê belê hevreybûn ji bo tazekirina edebiyata kurdî. Her li Bexdayê 3 hejmarên Ruwange derçûn, Hêviya me rizgarî bû li naveroka teqlîdiya edeba kurdî, û daxwaza me peydakirina zimanê derbirînên nû.

 

—Baş e Kak Şêrko, nebûna zimanekê yekgirtiyê kurdî û danana wî zimanî çawa dibîhî?

—Nebûna yekzimanê standard, nîşana karêsata parçeparçebûna axa Kurda ye, lêkdabirîna gelê kurd e. Peydabûna wî zimanê ya girêdaye bi dirustbûna kianê siyasiyê Kurda, nêzîkbûnê û muturbekirin e bi hevdû. Bi dîtina min ku reng e digel ya te neguncêt ew e ku zimane îro li Kurdistana Başûr (Soranî) bi kar tê, bibe binaxe ji bo zimanê standard, ku li ser demê Babana edebiyata kurdî girtiye destê xwe. Çûnke li hingî heta nihû yê vejiyay û nek her şiîr belê berhemên edebî û zanîstî jî yêt pê hatine nivîsîn. Ev jî ne sextgîrî û ne herêmgîri ye, lê dîsa jî ne biryar e belkî rey e.

Hiner Salem

Li şaîrên cihanê yarê şiîrên kî yî?

—Diviya yekser bêjim ku min ew şiîr bi tercuma erebî xwendim, çûnke ji bilî kurdî, erebî tenya ziman e ku pê diaxivim. Şîîrên Lorca yî Spanî pirr pêm xweş im, gava şiîra wî dixwînim dilê Spaniya dibihîzim, bêhna axa wê derê dikim. Her weha yarê têkirayî şiîra Amêrîka Latîn im. Li Ereba jî dostê şiîrên Mehmûd Derwêş im û Nîzar Qebbanî.

 

—Belê dax, Mehmûd Derwêş wek helwêst digel Kurda pêçevaniya şiîra xwe ye?

—Axir ême li ser şiîra axiftîn, eger...

 

—Lê ji nav Kurda hez li şiîrên kî dikî?

—Ji şaîrên vî serdemî Refîq Sabîr, Letîf Helmet, Ebdullah Peşêw û Hesîb Qeredaxî. Li Kurdistana îranê Siwarey Îlxanîzadeh, belê mixabin kêm jiya û li paş xwe komeka şiîrên pirr ciwan hêlan. Hindî şaîrên Kurdistana Bakûr in ji ber qedexekirina ferheng û çanda kurdî tûşî dijwariyêt giran bûn. Lê belê ew şiîrên ji vî alî û ji zemanên cuda de hatine belavkirin, pirsa karin û heta mirov nikarêt li axaftine bijar bike. Herwek şaîrên kurdî li Sovyêtê. Helbet mebesta min xemla hunerî ye ne ku jiyanê şiîrî, li şaîrên bi kurmanciya jorî dinivîsin yek ji başe şaîrên law Muyyed Teyîb e. Ez jî kurmanciya jorî baş nizanim lê belê dixwînim û lê jî tê digihim.

 

De ji bo me tiştekî dibêjî li ser Yekîtiya nivîskarên Kurdistan, a ku li çiyayêd Kurdistana Başûr û di nav pêşmergan de hatiye damezrandin?

—Ez ji destpêka 1984a çûme çiya, berî ez biçim Yekîtiya nivîskaran hebû û xudanê du govaran bû “Nûserî Kurd” û “Gizing”. Ewên ev Yekîtî damezirandin Ehmed Dilzar, Hemey Hemebaqî, Refiq Sabîr bûn. Yekîtiya nivîskaran li barûdûxeka gellek dijwar, li jêr bombardumanan, lê dîsa karekî baş bicih anî. Ne ku ji jimartinê, bi tenê ji bo gotinê, dê hindek nimûna bêjim, ew kitêbên ku heta niha hatine çap kirin û belav kirin yek ji wan kitêba Celîlê Celîl e “Serhildana 1880”, Geşta (gerana) Rich, kurte çîrokên Yilmaz Guney, biyografiya Yilmaz Guney hatine wergerandin bi kurdî û çap û belaw bûne.

 

—Te navê Yilmaz anî, ez bêjim te şiîrekê ji bo wîn ivîsî?

—Belê, yeke ji wan şiîran ku li hemû koran da dixwînim.

 

—Gelek spas Kak Şêrko û hêviya serkewtinê ji bo te dikim.



 

BE YEKEWE

Ewareyek

Kwêrêk û kerrêk û lalêk

Heta wekû çend seatêk

Le pak yek da le ser kursî new baxçeyêk

Qinc û qît û lêw be bize daniştibûn

Kwêreke be çawî kerreke eybînî

Kerreke be giwêçkey laleke eybîstû

Lalekeş be cûlanewey

Dem û lêwî herdûkiyan da tê egêy

Her sê kîşiyan be yekewe le yek kat da

Bonî gulekaniyan ekird

 

CEJN

Hewrî layî eme le hewrî

Hîç esmanêkîtir naçe

Ke daekat û ebarê

Lê çiwar lawe awî çawanî edizrê

Xakî ême le hîç xakêkîtir naçê

Xuy yek dile û

Hemû rojê

Be çiwar xaç da daekurtê Dayikî ême

Le hîç dayikêkî tir naçe

Le yek sal da

Sikî ew çiwar çar esûtê

Yek kes man çiwar car ekûjrê

Bo ye rojê le ahengî em xwêne da

Çiwar cejn ekêyn be cejnê!

 

XAK

Destim bird bo çilî darê

Letaw azar liq daçilekî

Ke destim bird bo liqeke

Nawqedî dar

Kewte hawar

Ke baweşim kird be qed da

Xak leriyewe le jêr pêm da berd nalandî

Em careyan ke danewîm

Xolim helgirt

Gişt Kurdistan zirîkanî

 

KWÊR

Berxoleke

Diway girmeyek

Diway roştinî firokeke

Demî gêra

Ne giwanî bo bînrayewew

Ne ranî bo dozrayewew

Ne çuyşewe ser aweke!!

 

XEM

Mangî Newroz sikî pirbû be agirê

Ke agir bû “ba” rayjend û

Ke gewre bû çiya xwastî û

Şewyan lê bû

Wextî şewîş balay kird û

Bû be sanze Giryan Xwastî û her ew roje

Seat yanze

Yanze... Yanze

Xemêkiyan bû

Qij reş, çaw reş

Gewre... Gewre

Ewendey şarî Helebce...

 

Çavkanî: Kovara Hêvî, hj: 7, r: 33-37

 

Dîroka Weşanê: 19 Berfanbar 2018 - 14:40:31
Etîket: #Hiner Salim # Şêrko Bêkes # Hevpeyvîn