A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Şaîrê Berxwedanê Letîf Ehmed

Şaîrê Berxwedanê "Letîf Ehmed"

 

Dema li bakur behsa helbesta modêrn ya bi zaravayê soranî tê kirin yekser navê nemir Şêrko Bêkes û Evdila Peşêw tê bîra her kesî. Bê guman ev tişteke asayî ye. Lewra heta niha tenê helbestên wan li vir hatine belav kirin û wekî dîwan çap bûne. Lê em baş dizanin ku bi dehan helbestvanên baş yên bi zaravayê soranî dinivîsin hene. Lê em bi ser wan ve nehatine. Ev jî bi ya min kêmasiyek mezine ji bo me û helbesta kurdî. Lewra, her yek ji me di wê baweriyê de ye ku helbesta kurdistanî encax bi nasîn, şirove, sentez û lêzêdekirina helbesta heyî pêk tê.

 

Letîf Helmet, yek ji wan şaîran e ku kariye pencereyeke nû ji helbesta kurdî (ya zaravayê soranî) re vekiriye. Wî berî şaîrên manîfestoya Riwangê amade kirine berê helbesta kurdî daye modernîteyê. Hem di hêla naverok, hem mijar û hem jî şêwazê de guhertinên berbiçav pêk aniye. Di vî warî de Ferhad Şakelî wiha dibêje: “Di nav helbestvanên îro yên Kurdistanê de, ez bawer nakim kesek bi qasî Letîf Helmetî, xwedan behreya şiîrî be. Di destpêka salên 1970’ê de, ew wekî taviyeke barana biharê barî û bi dirêjiya çendîn salan, bûbû diyardeka edebî di ferhenga kurdî de, rexnegir û rojnamegerên kurd jî, bi xwe û helbestên xwe ve mijûl kiribûn.”

 

Dema min helbestên Letîf Helmetî xwendin ez baştir pê hay bûm ku Şakelî çendîn xwedî maf e ku pesnê Letîf Helmetî bide. Berî her tiştî Letîf Helmet bi doza gelê xwe ve girêdaye. Hemû helbestên wî li ser êş, azar, xewn û paşeroja gelê wî ye. Mafdar e; bi salan e welatê wî li bin pencên dagirkeran de wêran dibe, birayên wî tên zindan kirin, kuştin, koçber kirin û bi hezaran birayên wî hê jî ji bo azadiya gelê xwe li çiya, gund û bajaran bi her awayî li ber xwe didin, dixwazin wekî hemû gelan jiyanek azad, aştiyane bijîn. Ew ne dijminê tu gelan an kesan e, tenê dixwaze wekî her neteweyî li ser axa xwe bi aramî bijî. Dema vê rastiya tehl dijî û dibîne û bêdengiya serdestên cîhanê tê bîra wî, wan aştîxwaz, peyamnêrên sextekar, demokrasî û peyamên wan wekî derewan bi nav dike û tifî wan dike:

“Kê ev stran ji bo min vegêra!?

Kê roja xweziyên min, avête gewriya şêra!?

Gotin û galegal hemî derew in.

Civata Gelên Yekgirtî û serbestiya mirovî derew in.

Yasa... Wekhevî... Biratî...

Rewşenbîrî... xwepêşandan... Aştî...

Hemî propagande ne û derew in.

Dê vêca ey barûta tole û rastiyê

Di bahoza paytextê ronahiyeka nû de.

Tevan bipirtikîne,

Di wê xoştiviya têt û nayê de.”

 

Letîf Helmet, însanekî dilpak, cegerdar, mirovhez û xwedî bîr û baweriyeke şoreşgerî ye. Bi her helbesta xwe ya wekî ava ji zozanên welatê wî derbûyî zelal, herikbar û paqij êş, derd, kul û xemên gelê xwe yê belengaz û hejar dinivîse. Ne tenê eşkerekirina rastiya tê jiyîn her wiha handana serhildanê jî dike û berê gel dide şoreşê. Ev şoreş ne tenê li hember dagirkeran e her wiha li hember axa, began e jî:

“Min navê mîna parseka bikim û

Strana ji bo axa bêjim.

Da min nekuje, da bihêle di koçka wî de bipeyivim.

Ez ji we re dibêjim: Pirr rengî, mikyac e.

Ez ji we re dibêjim: Biazirin...

Ji dij nexşe û bacê.

Yaxî bibin ji meydan û geracê.

Mirov mîna amîreta dikeve herracê.

Yaxî bibin ji satûra sor bûyî bi xwîna Helacî.

Yaxî bibin ... Yaxî bibin

Ji Xudayê vî bajarî, ji Hecacî.”

 

Belê Letîf Helmet, bi her awayî însanek rastgo, dînemêr, cegerdar, dilsoz û evîndarê gelê xwe ye. Ew di jiyana xwe ya rojane de her wekî mirovek ji rêzê jiyaye û wekî wan bi hejarî û rebenî jiyana xwe domandiye. Par dema min ew li “Konferansa Helbesta Kurdî” li Hewlêrê dît, min ji cil û bergê wî tê derxist ku ew çendî însanek ji rêzê û jar û hejar e. Lê ewqas jî nefspiçûk, sohbetxweş û mutewazî û xwedan helwest bû. Min kêm însan bi qasî wî bi helbesta xwe re bigunce û li hev bike dîtiye. Ango ew di helbesta xwe de çi bibêje, bi gor wê jiyaye û dijî. Ez dibêjim ku ev helbesta li jêr nîşaneya vê angaştê ye:

“Hejarîno...

Ger we hest kir, dengê min yê we nîn e.

Rengê min, yê we nîn e.

Ger we hest kir, xema min ya we nîn e.

Devê min yê we nîn e.

Helbestên min bidirrînin.

Mîna peykerekê kirêt, min biherrifînin.

Ger we hest kir, mîna we ne birçî me.

Ger we hest kir, li dervey zinca we dijî me.

Ger we hest kir, burjuwazî me.

Navê min, mîna jenga parey birrenin

Ger we hest kir, mîna we zehmetkêş nîn im.

Mîna hewe kaniya xem, jan û êşa nîn im.

Ger we hest kir

Min di dilê xwe de bikujin

Bi hevokeka mezin binivîsin

Şaîrekê tirsinok û derewîn mir...”

 

Belê Letîf Helmet, şaîrekî hemdem, xwedanhelwest, dilsoz û dilpakek yê gelê xwe û helbestê ye. Dema mirov helbesta wî dixwîne hêz û şiyana mirov ji bo jiyanê digihe pîleya herî bilind. Çêj û tehma helbest û peyva kurdî dilrehetiyê dide laş û canê mirovî.

 

Nîşeya nivîskarî: Min ev gotar li ber “helbesta hevçerx ya başûr” ku Xelîl Duhokî amade kiriye û di sala 2005’an de ji bo min rêkîrî bû girt. Ez spasdarê Xelîl Duhokî me ku ew û çend kesên din li min da naskirin.

Emaîla nivîskarî: berkenbereh@hotmail.com

Nîşeya malperê: Bi destûra nivîskarî ev nivîs hatiye weşandin. Heman nivîs bi eynî şiklî di malpera diyarnameyê (http://diyarname.com/article.php?Idx=1021) de jî heye.

 

Dîroka Weşanê: 21 Rêbendan 2019 - 10:17:55
Etîket: #berken bereh # letîf ehmed # şaîrê berxwedanê # helbest # rexne #