A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Zoro - Ez Çi Bikim
304 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Zoro - Ez Çi Bikim

welatekî gelek xweş bû keyfa min pir lê dihat
buharekî geş û şîn bû kaniya min jê dihat
pirpirîk û çûk û tivîlk tê de girtibûn civat
ji her gula giha bûn hev bêhnekî xweş jê dihat
***
ji kevirkî difirîyan diçûn ser kevirê dî
pirpirîkê keyf û şahî li dû pildokê didî
dilê min pir fireh bibû diherikî azadî
sûska ciwan bo min digo eve welatê mêdî
***
Ji hêvîkî gelek mezin difirîyam ez ji dil
êş û derd û belayên min dûr diketin pê re kul
bi hev re me derbas kirin gund û bajar şah û mil
çi evîneke şêrîn bû xwe berda bû cerg û dil
***
eger nejîm li xeyala dîn dibim ez li jînê
weke va dost û hevala bera kesek nebînê
dûrdikevim ji mitala diçim civata Zînê
ji destê wê divexum mey serxweş dibim ji vînê
***
Ev felsefe gelek kûre xweşîya wê li vire
ew xeyala dikevimê dîtina wê çar bire
ne weke hewe nezana ku di dil de dimire
canê min dema dixwazim ne li vire li wire
***
Bawer bike tucar namrim ramanê min bilinde
ew cihê kû ez diçimê biheşt li ber wê gunde
ya evînê bo min tîne hurî û tilî finde
ew evîna em didin hev jiyan û rewşa rinde
***
Nezan bûne li cîhanê nikarin me nas bikin
yekî ji sed wek me divê xwe jî bo hev baş bikin
heskirina gel ji hev re yekîtîyê çê bikin
li vê çerxê evîna xwe hinekî razî bikin
***
Kû ve herim kesê zana çawa ezê bibînim
çawa ezê eva derda ji nav Kurda hilînim
bo nezana perîşana çi name ez bişînim
gelê mine rind û hêja çawa hewe l` hev bînim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê