A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ziyad Mendekî - Şîna Helbestê
205 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ziyad Mendekî - Şîna Helbestê

Fêrmisk li me bûnin
Wekû tavêd bûharê
Bûye akincî
Di nêv reşahiya çavêd yarê
Geh li Kurdistan dixwîne
û... geh li Filistîn bi şûn e
Li rojava bûye mînewer
û...di nêv me de bûye perwer
Fêrmisk de bîbarin
Wekû baranê bibarin
Di çûna Tîrêj de bikelin.
Wekû pelên daran bêne xwar
Dengê helbestê vegerîne bi hewar
Bela deng bimîne
Wekû sirûda bilbila
Bila hêvî bigernije
Wekû çîçek û kulîlka.
Fêrmisk bibarin
Li ser dêman zuha bin
Wekû tîna evîna seyda
û...welat bikelin.
Seyda
Welatê te ma
Di bin sitem û zorê
Kesera wî bi te re
çûye gorê.
Ji ber dema sitemkar
Tu bû bê dost û yar
Lê...wekî ar û benzîn
Wekî Mem û Zîn
Wekî can û xwîn
Kurdsitan di dilê te de dibûn vîn.
îroj em jî bi şîn
çilroja te dikin jîn
Bi dilekî merez
Diyar dikim gurzek gul
Ji darokên gerdena kepez
Bi hêvî me
Ji xwedan.
Cî te bibe
Buhişta ezîman
Linik wan pakrewanan
Cegerxwîn û Feqê Teyran
Qadî Mihemed û Barzan.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê