A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ziyad Esed - Êsta û Caran
139 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ziyad Esed - Êsta û Caran

Ezanim êsta ke çon çawerrêy
Wek dêwane dêyt û derroy
Be ballay her pirsyarêk hell egerrêy
Ellêy axo çîm kirdwe,
çîm witwe, çî bîstwe?
Yaxud kesêkî tirî dozîwetewe
Lew rêgayeş xoy win buwe
Epirsî le xot, her epirsî
Le her wellamêk etirsî
çunke ezanî ke rûydawe û zemanêke
Taze na, na, na, na, na, na, na
Nagerrêtewe, nagerrêtewe diwawe

Êsta to xeyallêkî şîrînî carî caranî
Êsta toş wekû min etwanî ke natwanî
Bellê, bellê, toş etwanî

Êsta le nêwan min û to çendan derya û çend rûbar
Legel hemû pirdekanîş gorrawin bûn be dîwar
Eger tîrêk le kewan da derçû, nagerrêtewe
Bellam katêk xor awa bû, rojêkî nwê dêtewe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê