A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Zivestan - Carkî Ketim… Bibûre
394 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Zivestan - Carkî Ketim… Bibûre

Jîna ku dibûrî demxweşî hem jî bi yarî
Berba di sema winda dibû, tev dibû arî
Min dest dipeland azariyan ku nîne darî
Dadan sîne gotin: dê çikin j`pîrê nekarî….

Gortin: ti nekarî, kalereng ser sêriyanî
Herdem bi gilî gazinde, feryad û fîxanî
Pozdaketî bê arîşenî, rengê gedanî
Bê coşe ji bo derd û kulan, zane siwarî

Bê sûde te bûrand e temen, heyf û xebînet
Carek tenê nagirnijî enya kevirî teht
Alozî ji hev berber nekir, winda bû xîret
Xîret di giran xewnan dijî, ned`ve şiyarî

Salan xemilandî rû bi tak û hem sipî mû
Armanc tu jê pir dûr direvî, ber bi çepî rû
Bihna wê li difnê naçe yan qey bê kepî tû?
Yan poz mirî ew pozê mirî nasoje arî?

Xemsarî nizanî ku niza windaye armanc
Hawar ji bîna te ya fereh, heyfe tû kurmanc
Ranabî çima hîna husan danişî alanc
Karwan ji te derbas bû, li te dem dibû tarî
***
Hundur dinerim kurmiye rîş, vegirte kakil
Derman wê çi be bo pozê xwe ku bis`pêre sorgul..
Bihna ku li wan pozan biçe, jehra helahil?
Jehra mirinê noşî mi bêje çiye darî

Helwest di şevek tarî ji min çep hat û zor bir
Ez kir`me di pîvanê ji yên sexte û nuker
Zanim ji kesên perwer tu car ev nabe mehder..
Rast rast ku bihata wê bi min qet ne dikarî

Zanim di şevên sahî tucar na pêrge beryar
çewtî ji dilên dal re sipîpoşe, hilû zar
Salix bi pesin xoşe, şekir peyve ji gulzar
Xapzan û tevinrês rû heval, lê xo neyarî

Helwestê ji mêlakê kirim kale birîndar
Qalik tenê ez heştim, rewan pak û rewan jar
Ez kuştim û nakuştim fena şahê bê beryar
Mam berkev û bermahî ji beryarê peyarî

Ka bêje tu ey nojdar ji bo min çiye derman?
Kûnêr di hinavan qij qijî, l`gel min e hevcan
Dijware mi yek carî nema, sebr û ne semyan
bo kevnebirînê tim dikim qîr û hawarî

Lê dîsa bi dilzanim ku omîd liv û lerze
Zanim bi çirûska jê dizêt payzade, arze
Wê ba di biharê geş bike evra û berze
Bo bayê biharê çav li rêçim, b`hêvîdarî

Dozê digirim rêçê di şopim ber bi rojim
Gor min heye ez merdim, ne destgirtî kunûjim
Napirse çima d`bêjim hema ger tu bipirsê
Canê xwe disojim vê riya kora neçarî.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê