A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Zeynel Abidîn Han - Ey Jina Cîhanan Digerîne
279 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Zeynel Abidîn Han - Ey Jina Cîhanan Digerîne

ey jina ku li ser tiliyên xwe yên biçûk
û ziravîn
cîhanan digerîne
tu gula kîjan çiyayê singûkirî yî
kîjan rengê ava destlênedayî ne çavên te
ey dilê ku tenhatiyê ji xwe re kiriye rê
ey bagera bêxwedî
ey bêzarî
li ser giwîna şoreşê û evînê
ey asîmanê şîrhêşîn,
hêsrên kîjan çiyayî ji bo te digrî
saet pêncê siwîngê ye
û li awrûpa
bi tenê berbang mîna mirov in
û di çavên te yên kevzeyî de
em herdu niha bi kovanekê ve
bibine zivistan û li çiyayên te bibarin
û bi tenê tu dê bizanî, yek jî ez
ku bêçaretî çawa birûmet dibe.
ey jina ku
li ser tiliyên xwe yên biçûk û ziravîn
cîhanan digerîne
eger kûraniya behran nebûya
em jî nedibûn
çilmisîna gulan bes me vedibeje
ne ku hatina payîzê
qet mewsimekê bi serê xwe
nikare evînê bar bike
û her mirov
incax qasî me dibe ehlê jan...
lê binêre ku
evîn jî girdavekê ye
mîna bêriya te,
fanî û bêdawî...
û hemin tiştên her kesek hene
ji girdava xwe re bihêlin
eşq e
caran jî ew qeranfîla ji baxçeyekê rûçkandî
û esil tu yî ew kesa di wê koşê de çaverê dike
û ez ji te re çi bînim
çi qasî hejê te bikim dîsa jî
ji bo wê rêwîtiya me ya bêdawî
kêm e...
ey bêzariya min
ya ku bajarê xwe wek lihêf avêtiye ser xwe
ey evîndara min ya jankêş
peyva dawî ne ji bo gotinê ye
belkî ji bo bêdengbûnê ye
û hîna stêrekê neketiye şevê,
tenahî dest pê dike
di aliyekî cîhanê de kolan kolan însan dimrin
bi rojeke nû dest bi jiyanê dike
di aliyê din yê cîhanê de dilê me...
û umrekê qediyaye
di karwana hesreta du kesan de
bi navê çi exlaq
çi kanûn û çi jî îtîraf êdî maziyeke me jî tune
nalîna bêdeng ya deryayeke wek çarşev e
ew aramiya derew
û ew rêyên ku di newalan de bi dawî bûne
wê çi caran negîhîjîne me
yek bi yek werdigerin temen,
û jiyandeyên min û te
di binê roniya heyva dîrokê de hildiweşin
û êdî stêr şev in
û ew dikarin hişbûna evînê bibîhîsin
çi efsaneyek dimîne ji me re
û çi jî wek du zarokên tirsiyayî,
dilên me...
madem wisa ye
were em serpêhatiyekê bihêlin
ji pêşerojê re
û bila mirovayetî bibîne
lihevşabûn jî çi êşeke giran e...

Berlîn - 01.09.2011
ji dîwana bi navê "Qet Pireyek Qasî Me Hilneweşiya"