A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Zeynel Abidîn Han - Bêriya Te Dil Dihêrîne...
417 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Zeynel Abidîn Han - Bêriya Te Dil Dihêrîne...

bê ka ez dê gul û sosinên baxçeyên dilê xwe re
erê welle derbirim û bînim ji nexweşê xwe re

nexweşê min ji welatê xerîb e, dûr û dûristanê ye
avahiya jiyanê me, jin im ez ka ji min wê de jîn çi ye

zarokan çêkim ji te re, hêy dûnyayê, hela ev çi inyat e
îffeta min evîn e, evîna mêrê jidil û bi hezar kaînat e
red dikim, ji bilî wî ka ji min re, kîj bibe zewq û heyat e

afateke xweş awaz, yar ji me re ferîşteya bi rehm û zê ye
min got yar e zar im, welle bîlleh ecza min ne ji wê ye

inkar nabe, hemin her xweşî û nexweşî ji te ye ax!
nexweşiyan bide min bi awirên cewahîrî dibin sax

giyan ji te hêy Xwedê jiyan her dermanê wê yarê
ubdê te me ey evîn, ayet ayet fermaneke dilzarê

lal û bêdeng im, kor im eger ev efsûna eşqa te nebe
erê zarokan çêke, ma di vê dûnyayê de bê zarok dibe

ez xulamê evîna te, tu şamaran, hest û heviyên min
zêde daxwezim nîn e, ji bilî ku tu be, roj û şevên min

gulbaxçeyek cîhanî be min nevê xurbet derd û keser e
ubdek evînparêz im, ji bo ku yar ji xwînçeyek eser e

lakîn min giliyek heye, hawar, me herdu dil dane dax
ar û agir me sar nake, av jî nabe çareyek, heywax

xweda, da bêje me, gunehên çendî umir bo me rêkirî
wariyetê naxwezin em, nebûnê bide van dilên xwe dînkirî

emir ji bo çûyîn e, çûyîn ji bo wê bihişta aşiq û sazê
nadim welleh bi sed umir, bes rojeke şahiya wê binazê
afat û xîsar dibe, dojeheke bê binî, ger nehê vê awazê

daîm bêriya wê ye, li ser dilê min birûskên xwe havêjin
inyada jiyanê ye, di vê dinya de nebe, eşqa me her bê vejîn
min sunda xwe daye te, te ez kirim, xwedî dilekî hejîn

Ji dîwana "Bêriya Te Dil Dihêrîne"