A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Zekî Kayar - Fersen Da Beravêtî
118 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Zekî Kayar - Fersen Da Beravêtî

şapeya derdên berbelav
Bi cihokên xewnan re bû yek
çoltera azwerê meritand ji qûmê
Xeyalên bêkes ber bi navsera tenêtiyê ve bazdan
Perpitîn nehêniyên welwele
Hesreta salan rizandim
Bi diyariyên hemî ve.
Qelp derketin xelatên binerdîn
Hinarkê rûyê berbextiyê qelişî
Ajoyên faziq şelandin gencîneyên masûm
Bedeneke hişkoleyî
Tena serê xwe
Li nav sergoyê hevberdanê ma.
Xwezî we zanibûya ka niha
Di eyarên gunehên xwe de
çiqas êş û çiqas ezap dikşînin.
Tew girêkên rabirdûyê jî
Wek kelbetana sobeya sincirî
Cerg û hinavên min dax didin
û em sing bi sing
Bi hev re şer dikin
Cenga giran digere
Li qada hest û ramanan
Birîndar dibe dilê reben
Qey ji bextreşiya min e
Fersenda dawî jî beravêt!