A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Zagros Osman - Min Nebe
221 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Zagros Osman - Min Nebe

Min nebe seyrangehên
Bi hestiyên xoşewîstên min
Hatine avakirin

***
Paytextên ku çirên xwe
Ji xwîna welatê min vêdixe
Ez serdana wan nakim

***
Min nebe dibistanên
Abêceya min liwan qedexeye
Zanyariya ku tarîbûnê bela dike
Ez wê navêm

***
Min nebe gulîstanên
Bi hêsrên sêwiyan hatine avdan
Gula mirin têde be
Ez wê bêhin nakim

***
Min nebe qesra
Ku dayika min têde cêriye
Xweşî ku ji kîsê perîşanan be
Ez wê naxwazim

***
Min nebe meyxanên
Ku ji goşiyên talankirî
Denê xwe dagirtine bi zorê
Meya rebenan ji hirsimê bêpar bike
Ew min serxweş naxe

***
Min nebe buhiştên
Gawira dihewîne
Buhişta dergeha xwe
Ji kujera re veke
Pê qayil nabim

***
Xatûna min
min nebe tu dera tu xewna
li vî warî min bihêle
ku dojeh be ku buhişt be
Ev der destê min jê nabe
Bê vî warî
Ez masîkî bê av mirîme

***
Xatûna min
Eger te winda bikim
Karim yarek din ji xwere bibînim
Lê ku welat winda bikim
Welatekî din ji kwîde
Ezê bînim
***
Min bihêle …. ev dojeh namosa mine.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê