A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Zagros Osman - Biroskedar
195 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Zagros Osman - Biroskedar

Di asoyên awirên sêdarkirî de
keskesor bilind bû
pêlên dûrgehan
tu li ber xwe birin

Li şûnwara
kewên hêviya terqiyan
şalorê xewna basko bûn
ji nehêniyên memikên te bêpar bûm

Li ser xaka ku
bi giyayê ceqceqê birîndar xemiliye
bi tîrêjan diçirisîne
bi xwîna sê mihemedan av daye
em kirin biyanî

şev barhilgêra derdaye
xewna dicivîne
di mizeya lêvên te de
xwe çixarak dibînim
cîhanê tijî dûman dikim
da ku lêlava sînga sipî
bi ser pinpinîkên xeyalan
dilopên dilkêşiyê bikin
û ji mirinê min vewerînin
û volkanê damiryayî bi teqînin

Qurix mizgîniye
lê reştarî qurinçoka dide
lemên hêviya
şimamokên baweran dike petrîşok
loma firîşte
stirana na bêjin

Kevroşkên pirsê
çikçikanên lava
jojiyên riyalîzmê
barçemokên sergerdanê
di ramanê de lûsiyan

Sawek dibêje
wê revend çem bikujin
û dadmendiya siyanîdê
devê topa têxe cênîka hewesdarên azadiyê

Ji tirsa, me qamişlo pêça
bi xemên qudoş,
paçikê rûsipîtiyê,
bêzariyên li hemana,
golên bîrhatinan...

Hingivoka dilbijok
li mêrgên dagêrkirî
şîrava fêtekariyê
di zeviyên te de hildimije
kelmoza heftcarkan lê der bûn
kewarên omîdan talan dikin
werzê hevdîtinê diperitînin
pişka min zilindare

Li şehristanên pûşt
bi milyona bela dibim
felata min çiye
tuye an mirine

Êşdîtina veşartî
galaksîkeke nepen
dikşînin orta te û xweda,
li ser pişta orkêş datîne,
çîmşewitiyan gir beravêtî kirin
û qehfikên dil hêran,
gopalê rastiyê xwar kirin

Wek nifirekê..
qijnikên bêdadiyê
bi çêlîkên tava girtin,
çavsorî li ba kirin
ji tirsa ku sîmir
li ezmanê te vegere..
çîrok sûcdar kirin
nahêlin te bixwînim
dixwazin koka sipîndarê ji hinav rakişînin

çi cara ku li baranê siwarêm
ezman tê girtin
jibo xunava dîtinê nebare

Di rojên çarsingokirî de
qîriqîra qonaxa
û vedenga keseran dibhîzim
di sûlaveke helbestî û sura lacwariyê de
rûxsarên te dibînim,
beytikên can di firînin
mejî di çelqînin..
amedebûna ewişandî dipîve
ax ji tisonamiyên şekirî di lêvan de
pêlan didin xwe
bi mijek kujer
bîst û yek gul
di rûdariya buhara te de bişkivîn..
xweziyan av didin
jibo kendalên derya êşan
li herdû hêlan bitebitin

Sîpanê xelatê
birîn winda nabe
hîn di simê beranê kovî
û qeşmeriya xewda
û derdê xecê û nalîna siyamedo deye,
xwînê li pîjê benîştokê vegirtiye,
para me ji evînê êşdîtine

çax pirbendere..
qonaxa şax bi herêman ve berdane,
bi sîmava rojên windayî
girêmanên gihiştinê dihejmêrim..
jibo cendekên qiralgehekê şîn bibin

Xwîn dirije
çiqasî Ejdehakên serdemê wê bimijin
..dîsa diherike
li vê xakê vedigere..
ev xwîna ku şelû nabe a meye.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê