A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yusif Mentik - Minî Kurdistanî (Ez Ê Kurdistanî)
136 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yusif Mentik - Minî Kurdistanî (Ez Ê Kurdistanî)

le başûr le nêw deryayi newtm
le brsan demirm
le bakûr ziyad le bîst miliyonm
bê nasiname
le zîndan demirm
le rojhellat mirovm , msllmanm
dîlî komarm
le şeqamekan
be 'emame demirm
le rojava bayi berxodanm
be pêkî zlhêzan demirm
minî kurdistanî
le bê serwerî xakm
lebê wîjdanî ḧakm
awareyi tarawgem
be jehrî ẍurbet demirm



Kurmancî:

Li Başûr di nav deryaya neftê de
ji birçînan dimirim
Li Bakur zêdetir ji bîst mîlyonan im
Bê nasname
Li zindanê dimirim,
Li Rojhilat mirov im, misilman im
Yexsîrê komarê me
Li kolanan
Bi şaşikê dimirim
Li Rojava bayê berxwedanê me
Bi meya hêzên mezin dimirim
Ez ê Kurdistanî
Di bêserweriya axa xwe de
Ji bê wijdaniya hakim
koçberê xerîbistan im
Bi jehra xurbetê dimirim

*Ji pirtûka Êwaranî Rayin (Êvarên Rayinê)
*Kurmancî û latînîzekirin: Muhsîn Ozdemîr
*Bi destûra helbestvanî ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?