A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yusif Mentik - Le Wllatî Minda (Di Welatê Min de)
117 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yusif Mentik - Le Wllatî Minda (Di Welatê Min de)

gullle
wellamî xopîşanderan dedatewe
ewaneyi le şax
bo wşeyi azadî têdekoşan
azadî qedeẍe deken
ewaneyi le zîndanekan têdekoşan
zîndan drust deken
ewaneyi pêşrrewî şorrş bûn
êsta şorrş serkut deken
ewan êsta zor serqallin
nabê kes bêzariyan bikat


Kurmancî:

gulle
bersiva xwepêşanderan dide
ew ên li çiyayî
ji bo peyva azadiyê liberxwe didan
azadîyê qedexe dikin
ewên li zîndanan liberxwe didan
zîndanan çêdikin
ewên pêşengê şoreşê bûn
niha şoreşê protesto dikin
ew niha zêde xwedî kar in
nabe tu kes wan bêzar bikin

*Ji pirtûka Êwaranî Rayin (Êvarên Rayinê)
*Kurmancî û latînîzekirin: Muhsîn Ozdemîr
*Bi destûra helbestvanî ye.