A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yusif Mentik - Dûrî
220 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yusif Mentik - Dûrî

ba dûr bî lêm
dllinyam
çend dûr bî lêm
ziyatirt xoş dewêm
dûr be
ta bot dekrê dûr be
ta dûr bî lêm
ziyatir
le zîndanî
dllmt denêm
şerrab ta kontir bê
xoşitir debê
toş ta dûrtir bî lêm
xoşewîstir debî pêm


Kurmancî:

bila tu dûr bî ji min
dizanim
çiqasî dûr bî ji min
zêdetir ji min hez dikî
dûr be
heta bikarî dûr be
heta dûr bî ji min
zêdetir
di zindana dilê xwe de
te dihewînim
şerab her ku kevin dibe
xweştir dibe
tu jî her ku dûrtir bî ji min
xoşewîsttir dibî bi min

*Ji pirtûka Êwaranî Rayin (Êvarên Rayinê)
*Kurmancî û latînîzekirin: Muhsîn Ozdemîr
*Bi destûra helbestvanî ye.