A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Younis Elhekîm - Rêvingî, Bîranîn û Mirin
86 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Younis Elhekîm - Rêvingî, Bîranîn û Mirin

Dayika ko di rêvingiyekê de gazî min kir,
Bi keziyan û bi hinê xemilandî bû, dayik!!
Wexta ko min biryara hevdîtina di sîbera goreke
nêzîk de, wergirt,
ko min biryara xwe da,
li ser keviya şevekê bûm.
û min mirineke rewan vexwend
dako xatir ji evîndaran bixwazim
Evîndarên ko min razên xwe
bê şerm
li nik wan hiştine.
Lê, tenê,
dilê ko bi ser zemînê de çemiybû
Ew dil, ey hawar!! Diya min bû.
Ew rêving jî, pêdivî bayekî ye
Bayekî ko ne di çeşnê wî de be.
Pêdivî pencereyekê ye,
pencereyeke fireh mîna rojê.
Pêdivî pûngeke şikestî ye.
û piştî mirinekê,
pêdivî, da ko bibîne, pangaveke teng e.
Ew koçber
Ew mişext
Bêrîkirinê bi kartîne.

2.11.1996

II
Ji sala bûrî pêtir ji te hez dikim
û aniha hewcedarî te me.
Da bi hev re li bexçan bigerin
Li ser evîna xwe ji te re bipeyivim
û tu jî li ser evîna xwe..
û mîna ko çawan me hevûdû dît
Em dîsa di xirecirê de winda bibin
Mîna ko em ji ti kesî reli ser evîna xwe nepeyivîne
Mîna ko em ji dayik bûbûn
Mîna ko aniha dimirim.
çendîn ji te re gotibin jî lê
pêtir ji te hez dikim.
û hewcedarî te me
Mîna ko hergav li bexçeyanbi tenha xwe digerim

10.3.1997

III
Dema tu hatî min tu dinasî
û aniha jî mîna destê xwe te nas dikim
Porê te sor e
û rûyê te cejn e
Navê te belgeya evînê ye.
Min aniha te naskiribû!!!!
Dema tu ji îstgeha nêzî min
xatir dixwazî
û wexta ko di îstgeha pêş de tu
nema vedigerî dîsa te nas dikim!!
Tu li pêşberî min û
ez jî di bagerê de rûdinêm.
Xwelîdankek û nîv pişk bo evînê
me bi hev re dicivînin.
Reng e, li esmanekî
Yan li odeyeke teng
gumlekê xwe bi xatirxwestin li ba bikim
Xatirxwestineke kevnare
Ko dê ti carî li îstgeheke ji bagerê neqewime.

Ji Erebî: Ehmed Huseynî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê