A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yildiz Çakar - Navê Çûyînê
592 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yildiz Çakar - Navê Çûyînê

Şeveke xemrî dibişire wek bizmarekî li ser bajêr.
Bayê azwer nameyên bê bersiv li ber deriyên bêxwedî diweşîne.
Û ez piştî çûyîna te lanetê tînîm bi kafirkî....
Di bin darekî hişk de me û li çûyîna te difikirim.
Niha tenetiya min û ya darê dişibin hev.
Ne pelên min ê sor mane ne jî yê darê.
Wek du zarokên ji dêkê.
Em her du bi tenê ne
û kokên me hêdî hêdî ber bi rizandinê ve diçin.
Dirizim, dar jî dirize.
Ez bi temenê xwe ve diqermiçim, dar bi xetên sor pel diweşîne.
Ditirsim li awêneyan binêrim. Kokên darê jî ji xwe.
-Ev çi dubendî ye, dilê min? Ev xezeba çi ye?
Min nedikarî nav li te bikira; ne baran, ne bahoz...
Dizanim tu yê vegerî! Bêriya te dikim.
Wek bêhna ku ji sînga dayika min tê, te ji xwe re dikim dê.
Hîn di bin dara hişk de me.
Û xeyalên bizdonek rastî şevên min ên reş tên.
Mixabin hîn şerm dikim ji te hez bikim.
Tenê te wek wêneyek qedexe diveşêrim di awêneya dil de.
Tenê stêrkên derewçîn me temaşe dikin.
Niha em her du li ser ewrekî şîn in
û destên me bi hev re hatine pêçandin.
Û vê carê em li stêrkan temaşe dikin.
Piştre kom dibin, roj û şev.

Li ser serê me dîlan digirtin.
Lê me nedikarî li çepikan xista...
Min di dilê xwe de te ji stêrkan dixwest.
Lê li wir diyarî guneh bû, ez gunehkara herî mezin bûm.
Dîsa dara hişk hate bîra min û vegeriyam mala bê mal.
Dîsa tenê me; ez û çûka di qefesa zîv de.
Ev çend roj in dengê te nayê, xeyalên te jî.
Tenê çavên xwe degirim û têm ba te.
Wax li min! dîsa min riya xwe şaş kir.
Niha di valahiya tenetiya te de li dara hişk digerim...
Dema ku ez vedigeriyam bajêr,
tu dibûyî koçber ber bi bajarekî din ve.
Bajar niha rengê xwe digûherîne.
Û dara ku piştî çûyîna te hişk bû ye...
Sebra min nayê, ne di bin stêrkan de,
ne jî ji desmala sor a ku di paxila min de.
Êdî bêhna te jê nayê..
-Destmal li ser şaxa hişk rizya wek darê,
ez jî wek darê di bin siya wî de...
Niha dengê dengbêjan tê bi bêrîkirina te ve.
Her peyvek kilaman wek şewitandina gundan dişewitîne
kezeba min.... Rondikên çavan li ser nexşên destmalê dixeniqin.
Destmal xwe li dara hişk dipêçe.
Dîsa vedigerim malê, pala xwe didim dara hişk
û wek rondikên destmalê, çavên te dixwînim.
Çavên te îro bê kes in.
Ez jî bê kes im, stêrkên asîman û dara hişk.

Niha tu tune yî, ez jî tune me.
Tunebûn dibe êş di dilê min de.
Dil jî di bin dara hişk de pîr dibe.
- Ka bibêje! Ev evîn di vî dilî de bijî, ma dil pîr dibe?
Hîn çavên te dixwînim.
Nizanim xwendina çavên te çi ye?
Hîn di bin dara hişk de me, dar hêdî hêdî dimire,
şevçirayên ku di şaxên min de vebûne niha stûxwar dikevin.
Dergûşa dayika min niha li ber hilweşandinê ye.
Nav li wir li min dihat kirin, lê hîn navê çûyîna te tune ye.
Hîn di bin darê de me, îro dar bê sî ye.
Dara ku bê sî be, nav çi ye li ser zimanê te?
Bêhna mirinê ji kîjan alî ve tê.
Çima rengên tarî para min dikeve?
Û çima pelên darê bi bayê sar dîn dibe?

..............

Tê bîra te?!
Te digot porê xwe dirêj meke!
Lê min porê xwe li ser çûyîna te kur dikir.
Dayika min a sedsalî hawar dikir:
- Erê por kurê! Xwelî serê! Çi bûye ji te?

..............

Li ser navê çûyîna te ketime tayê.
Navê ku/bi fîzînek/li ber goşa gohên min ket/
niha dişkên wek şaxekî.
Di bin darê de me. Dar digrî û libikên darê diniqutin dilê min.
Deriyê dilê min vekirîbû, pelên deryayê hatibûn xezebê.
Niha dizanim pîzotên xezebê rondikên çavên min dişewitînin.
Min nameyek şand. Ji bo vegera navê te.
Hîn bersiva nameyên min nehatine dayîn.
Deng tê, çi bikim bi vî dengî?
Porê min ê dirêj li nav hev dikeve, deng zêde dibe, qîrîn asê.
Biskên reş-tarî ji bo te diqûsin.
Lê bizanî ku ba her por dirêj kirin ji bo te...
Di bin darê de me hîn, ne roj e ne şev.
Dem ne diyar e. Ji ber ku dar rizya ye.
Di kortikên rizyayî de kurmorîkên reş li hev şa bûne.
Niha jî tu di dilê min de yî, jan. Serê min li ser çonga te ye.
Germahiyeke tenik tê tewafê.
Li tewafê, tofan tê. Bi tofanê jî mirin....

.........

Hîn di bin darê de me.
Dar êdî nagrî..
Vê carê min dest bi girî kir.
Lê hêstirên min nayên xwarê.
Hewce me Xwedê! Ji bo niha destên xwe vedikim.
Niha li ber mizgefta reş, li ber serê pirtûka pîroz stûxwar im.
Her du baskên min şikestî ne.
Tenê li ber serê min kevirekî sar, destmaleke sor û darekî hişk çav dişkînin.
Çi bêjim derew e. Niha dil li ber pîrbûnê ye...

*Çavkanî: Helbestên Bijare ên Evînê, Hawar Pirtûk.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê