A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yildiz Çakar - Derî 1
364 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yildiz Çakar - Derî 1

Di navbera derî û dilê xwe de mam
Li aliyek tu
Li aliyek derî
Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.
Min çend payizên sar germ kir, ji bo her tiliyên te

Ne derî dev ji min berdida û ne ez ji te.
Di nav dubendiya êşê de mam
Bê demên deman bû qeder
di ferhenga dilê min de,
Bidawî nebû roj û şevên bê te
Niha ji ber mayînên êşên xwe didim kûştin,
Ta ku destê min bigîhîje te.

Bêsînor bû sînorên êşa dilê te,
li wir parçeyek ji te digerim,
da ku dilê xwe pîne bikim!
Li ber derî bûm û ez evînbûm,
Li ber te sekinandîbûm.
De bibêje!
Ji çi ditirsî?

Her ku dizivîrîm û li te dinêhêrtim
şikestinek ava dibû di destê min de,
Destê min li derî asê bûbû, tu li dilê min.
Evîn şeveke şevatok bû di dilê min de
Ez lavayek bi gazinç bûm li ber deriyê te,
Ne derî û ne ez me li hev nekir!
Pirek li ser dojehê bû navbera min û derî
Tirseke zarokane/ Reveke bêwate bû,
Her tilîka te janek û glokek agir bû .
Gelo kîjan aliyê derî bihûşta dil bû?

-I-
Hatina min a dinyayê ez tenê bûm û tu jî
çûyina min jî tenê ye û ya te jî

-II-
Gelo di turikê te de niha çi hene,
ji bilî kulmeke ax û kevirekî sipî?

-III-
Seyra herî xweş bû navê te,
Bi bablisokek belawela bû porên reş li ser te.
Wek meyê bû her rojên temenê te / min her rojên te vedixwar.
Bi Evdalê Zeynikê, Mem û Siyabend re.
Dizanim tu ji wek min û derî sûcdar e ,
Bêdengiya firtonê bû hembêza te, ez jî dareke xeşîm.

Niha pêlên xwe, êşên xwe diweşinim li ber deriyê te/
Deriyên ku ji bo careke din li min vebe.

Amed-2007
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê