A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yeqîn H. - Tofana Nûh
129 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yeqîn H. - Tofana Nûh

‘eyan e ji Nûh ve
ev Hewa ji Adem maye
berî wextê li Êlihê, ji nû ve
ji nû ve ev Tofan peşk e, rijyaye rijyaye
bi serê qewmê min ê bêlan, çîk e ev
Qiyamet e ji Bêlançûkê û qiyame ve, çinar û çar nîkar
nîne jî piştek, pêvtir ji hevîrê li şikestinê hilaye

ev Qeder ne xas e, bêhîs e ev Xweda
ev, ji zemên ve xweş nas e
piştî xwekuştinê, bi dû-pişkê

yê te her bêxwê bûye nanê te welato
û navê te bi hêl, bêkêl vedaye bi xwe,
bi xwînê, bi avê

mijdar ‘06
sibat ‘07
mêrsîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê