A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yeqîn H. - Rêwî û Welat
151 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yeqîn H. - Rêwî û Welat

ro p’an bûye li Berrîka Mêrdînê
eyan e li min
li wî xopanî, çarika reş bi xwe dadikin çiya
gerîlayek serî datîne destê sibehê, bişirîn
li dêmên gulsilavî, karwanek
rolêgeriyayî
hawar e, binxet dibin êvar
şîna welatê min e
welatê min di nîvê latê de Siya Xecê
hawar e, bi sê dengan:

xwe ragire rêwiyo, peng û hêdî
bila bitewe sî, bistewe hênikahî
hingê bide rê
da ku li dû te li ba bibe, liyana destê êvarê

gulan-kewçêr ‘02
antalya-mêrsîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê