A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yeqîn H. - Qedernûs
157 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yeqîn H. - Qedernûs

ez qederan dinivîsim
bi-xwîn-in
li defterên kevin, deq bi deq
li nûshayekê, li mistekê
nikilên baçemêlkê
li çavên hechecikê -kil kil kil

-li bin textê şevê kavil hene
wêdetir bi destekî, dişikê darek
qederek biqelem dibe-

axir bi axê, kêl dikim wextê
ta bi ta li eniyan, li dêrîn dêriyan
niqir dikim -qirr qirr qirr

qederan ez dinivîsim
li çermê mar
nexwînin, bi xwîn in

08 tîrmeh ‘07
mêrsîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê