A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yeqîn H. - Li Bin Kokelê
174 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yeqîn H. - Li Bin Kokelê

kevir in, kê şeh kirine li nîrekî ji kewnê
li vir, kê vebirriye ev kevan, li binya kavilan
ji kevnehelbestekê

Kokel xalî
li wiyalî wext, jê dixwe
tarîx li viyalî
nema dilivin jî lê pêgên îlhan Berk
lê lêv dipistin hê jî li dûr, ji nişayê

û deng e, dengê Ozan kuçeyeke teng e
tê ji nedî ve dikeve defterekê, xetxetî
li bin Kokelê, li Perayê

14 rêbendan ‘07
kokela galata/stenbol
Helbestên din ên Helbestvanî/ê