A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yeqîn H. - Du Ayetên Çiyê
160 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yeqîn H. - Du Ayetên Çiyê

I
lawan jiber dikirin, Birînên welatekî
lêvên wan li eniya çiyê
deqa qereçiyê navê wan

hê ku dikirin kakûniya kitûmatan
lûlên kelêşan ramûsan
ji mohrên eniyan -şabaş

II
di m’ata zemên de, netê bû teplêdana wan
tepandin, pêsîr dan çiyê -zeriyên kitim
porkur-d bûn li şevînan
ji şevê kil kiribûn qebax
li tebaxê xwîn niqutî sînor
li dûşa hingurê zê hingivîn, bi derbekê
serî geriya li destê sibehê
gewrik keniya, soringê
avêt pêsîran

şevevînan şîr xera kirin li şevê
mijo hiştin welatek -şabaş

20 avrêl ‘03
mêrsîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê