A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yeqîn H. - Bûkaniyê Bi Xwîn
234 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yeqîn H. - Bûkaniyê Bi Xwîn

bîşeng di şevê‘d maye
por vedike bi derziyê periyek -ta li bê geriyaye
baçemêlkê per bi avê dakiriye

a li palê heyv e, ketiye temaşê
şevreşkek, diqulibe li qelbekî
li ser miriyekê dixwînin keriyek kund

du cin tên ji şêwrê
kurtepist in di devê çêm de
çêlî bûkaniyekî bi xwîn dikin -bi serê zimên
“ax û xwîn di hev gihane” dibêjin
devê çêm bi xwîn e
devê çêm du birîn e -bi serê zemên
...
li bin bîşengê du mirîşo, xwînê bi avê dişon

16-23 tebax‘07
mêrsîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê