A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yeqîn H. - Beytik II
209 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yeqîn H. - Beytik II

II
“çendik û çend e, bayê sor kiribû qest
Beytika ku ji Sînayê hilfirrî
ketiye li Kerbelayê” dibêjin ayet

ji wê ye kund dixwînin bi lêvên beratê
û baçemêlk şeveşev bi kirasê maran, dikin daweta Cinan

a ji wê ve ye tarî ketiye Hîrayê
di şînê de ye tarîx, li mistê têk çûye wext
ahd e, daye di ber xwînê’d, di ber avê’d
ji wê ve ye, temiriye qendîl
heliyaye mûm, rahiliye can
deng biliyaye ji Xwedê -nema li me digrî
ji hingê ve ye nan bênişa
û ax di axiriya qiyametekê de hilaye

28 sibat ‘07
mêrsîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê