A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yeqîn H. - Beytik I
167 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yeqîn H. - Beytik I

I
beytikê daye ber perr û baskan, wext
di dêv de kitêbek, dixwîne Destana toz û berfê
tî tî li hafa bahozê
hay jê ye, ayeta dêrîn Xwîn e
li ber piyên Xwedê rijyaye
hay jê ye, ne mêzîn e dua, xencer e
ji ewila axir ve, li zengelorka hechecikê Bisimîla ye
dizane ne Qîz e êdî kitêb, ne jî deq e çermê baçemêlkê
lê jê ne’b hay e ku bi jahrî ye mar
ku bêzîn e, mirarî ye Boraq
lew derwêş gwîzan di erbanê daye

13 sibat ‘07
mêrsîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê