A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yehya Omerî - Kevirên Ku Berê Xwe Dane Axiriya Kelamê
540 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yehya Omerî - Kevirên Ku Berê Xwe Dane Axiriya Kelamê

biçûkê bira me ez, gula civata, hebim çi ye nebim çi
diçim wê xewna dûr a çîroka te lê ji bîr bûye
barê min piştek bîranîn
dimeşim li jor min dengê betonan
dikan û mixazeyên ku tengasiyê belav dikin
li tenişta min siya hesinî ya aciziya şûm
pêjna erdhejan tê ji gavên min
ez gihîştim qonaxa dawiyê lê nebû
hebûn nehejiya û nehedimî mirin
li ku deynim vî barî
bavêjim ku van gunehan
aciziya min hesin
û ev hesinên ji mayîna dirêj bi gazin in
ditengijin, yê min jî
bi demê re zingar digirin destên min
zanim êdî bi kêrî gulê nayên destên min



bi rojan rê û rê hatim
hatim li ser keviran bêjim
li deşta wan keviran min dît
jin tevî keziyên xwe diçûn
mêr tevî hêrsa xwe ya dêrîn
ji keviran bû keserên wan
dil dikirin bigihêjin hatina duyem
dê li wira xweda hembêz bikirana
bo ku çend hezar kêlîk in tenê maye
dê destê wî maç bikirana
bo ku ji bilî xwe dil nedaye sûretê ti kesî
lê belê negihîştin wê hatina çak
sêvên wan ji bihuştê qewirî
û kesirî marê wan bi guhertina wî kirasî
û bo min jimartina kevirên wan ma
û dikim wan bikim peykerên xemê


bo bejna xemê ne hemû
dema wan dibînim dipirsim hema
çima em ne kevir in
li nav tiştên sor dijîn em
goştê me genî û sor
dibînim bi tiştên sor û şîn naêşim êdî
zanim êdî kevir ji min nermtir in
ji min dilovantir in kurmên hevalên eyubî
zanim
zuha bûye huba min a xeşîm
êdî şert e dilê xwe bi kevirekî dûr çal bikim

*Bi destûra helbestvanî ye.