A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yehya Omerî - Destên Ku Ji Xewn û Kendalan Pekiyane
1084 Xwendin
7 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yehya Omerî - Destên Ku Ji Xewn û Kendalan Pekiyane

destên kesk tên xewna min destên kesk ji kendalan
diyar e tî bûne kevir, va ye diçim sewta avê dixwînim
bêguman pêl e ev, xwe ji ber dike li bin bîrê, dibînim
li malê li qunca bêriyê digerim û valahiyê dixwînim
ji pelê dîrokê dizanim, kulîlk bi tenê awir bû berê
mirêk dikevin, dişkên ewr, radibim belavbûnê dixwînim
ez ê li vira bim, heke tu ew bişirîna serê sibê bî
piştî her bayê sibê li tenişta darê, sûretê yarê dixwînim
ayat û mucîzat in her derên te her derên te
baweriya agir û çiyê, kufrê û îmanê ji serî dixwînim
bêdengî li kolanê tê qewartin, xwe bi mijê dipêçe rabirdû
şalûl tên bo maçeke fêris, bi baskê wan lîsa te dixwînim
êvaran her tu bûy ya bi perên evîndar şilêr û beybûnan nivîsî
bi çavên evîndar û bi zanyariya şêt tim bîna te dixwînim

*Nêrgiza Li Defterê Bişkivî, 2021, Avesta.
**Bi destûra helbestvanî ye.