A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yasîn Hisên - Rêwî
96 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yasîn Hisên - Rêwî

di nîvê şevan de
di wan rêkên dirêj de
tu hevala min bûyî ....
gav bi gav...
te di hejmêrim
te dipîvim .. hevala koça min
di çandina riyan
di dilê Min de
tu razeke asîmanî bûyî
Rê bi rê....
keştiyan di çavên te de dibînim
di nava şêl û pêla navan de
di wê beyabana bejin xilyayî
gund bi gund....
dewsa lingê Yezdanan
di her qonaxeke te de dibînim
di çivîkekî ji wan çivîkên bi saw
di wê kelkela li ser mijankê Xwedê
Firişt bi firişt
Efsaneyan li derdorên te belav dikim
û
hîn jî...
ji netêrbûnê nêza min dişikest

***

lotikên min û te bi kewan re
cîhan tevde dîn kiribû
û
bi salên xwe re dicûm

***

xew li dû xewnê.....
Te di xewna
bêçare re derbas dikim
Bi meşa te
Bi nimêja çavên te
Serdana di awirên te de
Di deh xew û xewnan de
Xwe çengî gerdûneke bênav dikim

***

çîrok li pey çîrokê....
û kalo û pîrê
seyrana tifikan
ji elesta dawiyê re amade dikirin
da destê min ê kwîr li şûveke şûv
bê pelandin,
bê ka buhuştê li kîjan deverê
Xwe bi dar vekiribû.....
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê