A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yasîn Hisên - Oxir
171 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yasîn Hisên - Oxir

Mane
Porê teyî sipî bû
yê ku
hildikir temberiya benefşa me

Mane
Fîxana bihna te bû
Ya ku
şa dikir dilê Gundiyên me

Mane
Ez û tu bûn di gerînokê de
çaxa ku me xewnê xwe
bi zixurk û tûrên vala digihandin ezmana

*** *** ***

Lê sibeh ji dengê min hildiweşiya
û hêstira min xwe bi
xwe kedî dikir
ji canekî sar re û ji kêlek numayî re
xwe bi xunavê Re zelal tir dikir

*** *** ***

ji yezdanê kêfxweş re camek
ji nalîna bilûrekê re devek ""
û
ji felekê re rêwiyek

*** *** ***

tenê min
ne dizanî ku çend rengên koçê Hene !!!!
da ku
di paşila sibehan de
te ji xwe re bi mendalekî sînga wî
bi teptipînim

*** *** ***

Lê aşiqê çavê Nisrînî bûm
Kelogiriyê bi Perwînê re bûm
Da perwan vehesîna xwe li ser laşê
Min bi hinguv û tozkin
Erê Rêwiyo
Tu çend temenan dixwazî
An çend kul ???? Da ku te ji xwe re
An xwe ji te re
Bi xaçirêk kim

*** *** ***

Hesret li hêviya min û te bûn
û
xopan bi pêjna mere
ketibûn semaya daxwazê
lê çiqa tu
li bendemanê diwestî
û çiqa deng
di xwîzdimanê diman
ta fedî ji çogan dadiwerivî
û
bê çareya me
mat bûna me
ketina me
diyariya buhara yezdanan dima rêwî

*** *** ***

de bihêre dayikê
Birêse xuşkê
Bela delal bi qurbana çava bin
Bela her çar demsal
Xwe bi gorî kal û pîrê te kin

*** *** ***

Volqan
ji Enîşka te ve der dibû
mîna min
sûlav
bi kenê te ve gur dibû mîna te
û
ez bi te ve bi te re
ji te re
bê meya jiyanê kurdûnde dimam

*** *** ***

Loooooo... rêwiyo
Mane xatir û bendeman
Efsaneyê lêvên te bûn

Mane

Oxir û oxir
Serpêhatiyê demşev û meyşevê min û te bûn
De bela bangîna me ta bi heyvê
Dirêjbûna rêkê min û te bin
Bela evînî
sawa cin û macinê
çolê min û te be
bela noşîna me ne ya
dawî be

Amûdê 2001
Helbestên din ên Helbestvanî/ê