A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Yasîn Hisên - Lorîk ….û Dûmahiya Awirek Lal
386 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Yasîn Hisên - Lorîk ….û Dûmahiya Awirek Lal

di?çûn seyrana şevê
Ji tariyê vedixwarin…
qulmişk di bin lingê hedbanê min de di kolan…
Ji ware qijalk û barçemokan
konekî bi temenê dîrokê ava dikirin…
lorîkin…lorîk….da nemrim..
lorîkin…. lorîk… em di dergûşê de dîn bûn…!
*** *** ***
kolana rêbazên donkîşot
û nameyên melomirarî şên dikirin
rêka Anabasê di çarpêkiya me de….dikizirandin…
jehra mar û dûpişkên jiyanê tevî di ava keleha min de diçandin…
xanekî çeng zêrîn bi sed xanê bê çeng didan
lorîkin…lorîk…da neşewitim..
lorîkin…lorîk…
pêjna dengê biyan tê….bihna xelkên wêran tê…
*** *** ***
wisa bê fedî…xewna didêrin…!
ber bayê karbon û haydrocînê
bi moxilekê ji firehiya du çeman
di her qulikekê de bajarekî melûl derbas dibû…
lêêêê… bi her hêstirek min re sê paytext mijûl dibûn..
lorîkin….lorîk…min bihêlin…min nehêlin
du çavên te min gur dikin….
*** *** ***
di navbera kêlîkekê û jiyanê tevî
dibûn mamusteyên demeke beht…
û ez her şev xwe dikujim …dab ê mirin nejîm
Ji ber liva wan awirên te…min ji jiyanê surgun dikin
dîlokin…dîlok….dilorînim
her xew ji min re xêre….lê
hilê min bê xew ji nalînan xwe gez dikir…
*** *** ***
tenê tu di alişî bi xewnê re….mîna mirinê..
tenê min berî vê jiyanê pêlên dryayên xwe negihandibûn perava…
evîna dilê min jî zindiyên vê xakê nehejandibûn
û roj bi a berî xwe re xwe dimrîne
û sal bi demsalên xwe xwe paye dike
rava min jî di zoyên xwe de
bayekî biyan bi ser çerxa bê dem de hildiweşîne..
lorîkin…lorîk… limêja min têra rojê nedikir
Ji ber pênc rojên rojê bi te tewanbar bûn
da ji cenga min bi te re
sînorekî nû ji ramûsanan peyda neke….!
*** *** ***
te jan ji kîjan kaniyê dimêt?
da pêsîrên te min jiyan dikin…
ey keça keç….
ey keça girikên zuha û rût…
te çendîn mêrên kwîr li mezelên hîma bi ser jor de dikirin..?
te çendî xwe rêsayî ji teşiya tengijî belû dikir…?
û tu dima mina xwe…mina wê janê…wê peyamê..
*** *** ***
lorîkên min u te
çewtiya şaristanên girî bûn
şahiya şaneşînên bê nifir bûn
û ji dadmendiyeke di make de hilweşyayî
ez u tu dihatne der…mina du sêwiyên rik ji hev girtî
û ji qerfan westiyayî…
ey diyariya lorîkan
neviya Nevertîtî…bi peymana nan û xuê…
paşmaya sirûca bê xew
çav.n te çendîn Orkêş kêş kiribûn
û sirûda buharê di çav.n gayê sor de bi girî kiribû…
hêêêê…û ez hîna li pey te me
Ji ber heja bejna te….meyweyên mezopotamya şewitû bûn…
*** *** ***
Ji berî gulanê bi mehekê
piştî avdarê bi mehekê
Piştî hezarê salan bi çerxekê
min zemawenda xwe û te di çarşemeke sor de derbas kiribû…
me gayê qer ji zemînê re dikire dermale…
me qefdê sinbilên zêrîn liba dikirn…
lorîkin …lorîk…dûmahiya min dê hîna surgun bibe…
dê hîna ji meya neyazê vexwin…
*** *** ***
du ken di cave te de xilmaş bûbûn…
du lêvên te bûbûn nejdevanên gezan
du guhên te …ji bê dengiyê…!
li awazan poşman bûbûn…
sê parên te yên min bûn..
sê roj û şevên te armanca min bû
sê mirinên min ji dahola te re bûn..
beşa çarem…di cihana min de…
yezdana çarem di giyanê min de…
xewna çarem di di jiyana min de…
kelem û awira yekem…di cane min de….
*** *** ***
xeftanê ji te re çêbûyî
Ji yê hevalmendê pêxembera ne…
Ji zayînê heta bi koçê
Ji tofanê heta heta bi ziwabûnê…
tu radipelikî hemû şaxan…
ey dîna….dîn
çil keziyê….edûla bi tenê..
ev tîpên dernexûn kirî
bacê ji çavên te dixwazin…
ey ….tu çi bûyî…..
de çengê xwe bi min de
da….lal…lal…bifirin….bê deng…!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê