A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Xizan Şîlan - Fanosa Dilê Reben
192 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Xizan Şîlan - Fanosa Dilê Reben

ez ê
qalikê tirs û endîşeyên dilê xwe
bişkênim
li çolistanên gijilî
xunava lêvên vîzevîza bayê qerisî
maç bikim
li tenîşta navnîşaneke windayî
rûnim
û bi neynokên giyan
dîwarê gewhera derûniya xwe
ava bikim
tûrikê qencî û rûmetê
li ser jana pişta xwe
bigerînim
bi rîsê helbestên kulek
di mêjiyên kor de tevna fazîletê
bihûnim
di birçî û tîbûna xwe de
şîrê pêsîra dengvedana şikeftan
bimijim
fanosa dilê reben
li nav gund û bajarên çavbelek
vêxim
têlên rêsayî yên mijgirtî ji sînoran
bişeqînim
çerxa dek û dolabên çaxa genî
bi şewata henasa xwe paşpê
bizivirînim
qêrîna Şengal û Mexmûrê
di germa hembêza xwe de
aşt bikim
giloka kul û birînên êşan
bi awirên raperînê
veçirînim
di sebir û xweşbîniya xwe de
koletî û bindestiyê
ji holê rakim
bêhna kulîlkên bihara şad
li baxê hezkirinê
bireşînim
kêfxweşiya demsalên kesk
li ser zeviyên welatê şîrîn
bibarînim
ava kewserê
di newalên Cudî û Qendîlê re
biherikînim
kal û pîr û zarokên bêxwedî
di qonaxa dilê xwe de
bihewînim
bedena xwişk û birayên canfedayî
bi keskesora rengîn
bixemlinim
di bin siya dareke stûxwar de
bilûra aştî û wekheviyê
bilorînim
ala gelên mezlûman
li asta çiyayên bilind
daçikînim
li hespê çeleng sîwar bibim
û ber bi hesreta yekîtiyê ve
bibezînim
bi tilîlîyan
li meydana serhildanê
bireqisim
destana egîd û mêrxasan
di rûpelên dîrokê de
binivisînim
li hember celladên qehpik
kirasê serkeftinê
li bejna agirê azadiyê
bipêçim
di berxwedana şerê Kobanê de
çirûskên hêviya şervanan
bibiriqînim
û li ser axa pîroz ya şaristaniyê
Kurdistaneke serbixwe
pêşkeşî Cîhana virek bikim

2014-09-21
Stockholm
Helbestên din ên Helbestvanî/ê