A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Xesro Gulsorxî - Dibe Ku
180 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Xesro Gulsorxî - Dibe Ku

Dibe ku di baweriya we de
Di vê xakê de daçikî me
û baskên min ên ciwan
Ji derbeyên teverên we
Birîndar e
Dibe ku li ber serê vî baxî
Rûniştiyî û
Di kemîna firendeyam de yî
û ji firînê re:
Nîşaneyên qedexê datînî.
Em bêjin ku te lê da
Em bêjin ku te birî
Em bêjin ku te kuşt
Bivê-nevê ferxikên ku
Firê bikevin di hêlînê de
Tu yê çi jê bikî?

ji Farisî Muhsîn Ozdemîr
Helbestên din ên Helbestvanî/ê