A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Xemgîn Remo - Ji Nav Mijê
249 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Xemgîn Remo - Ji Nav Mijê

Ev girinijînên mijokî
ku sarîya xwe
ji kevalê Cokenda distînin
û li ser lêvên te vedimirin
çi tine bi dilê min ve
nagihînin…
Ev kenînên şermokî
ji bermayî yên dîrokeêe
tijî tirs û lerzînin
ku mina kulî yên berfê
zinarê dilê min ditevizînin…

û ez …
yê di xema agirê newrozên te de
wek pîrekî Zerdeştî yan
min cîhan li dûv xwe hiştî
û di pûtgeha vîyana te de
xwe disotînim…
Li hêvîya wê elendê
ku çar kevokên agirî
ji paxila te bifirînim
da li ezmana reş -perçeyên ewra
ji hev veçirînin
û van sînorên efsane yî biherifînin…

Sînor… axx.. sînor…
li paş sînoran xivşeyek nazdar
li zozana qerimî ye
sitêrên dildara di şiva-rêkê çiyan de
li dûv hev dirjin
û bahozên pîlana ji wî alî de
pelê dara hêvî yan hildiweşînin…
çîrokên vê evîna tirajîdî
tim dûbare dibin
Vangog guhê xwe jêdike
serê xwe li dîwaran dixîne
û kevaleke nîvçe
ji sê rengên çilmisî
li dûv xwe dihêle…
Dîsa ji nû Ferhad ê evîn dar
bi serê xencera kevnar
zikê çiyan dikole
da kanîyan derbike
ku bighêje vê şêrînê…

Ev evînî.. ev dildarî
ev bazar can
serxweşî ye.. mestî ye
derbederî û mişextî ye…
û perwîna min
li banê kela Dim-dimê hîn jî dive
ez dastaneyên lehengî yê
jêre bistirêm.

Keçê…!!
ez nevîyê şoreşa mezinim
min agir ji rê û şopên Barzanî dizîne
ezim biromîsyon
li cîhana jêrîn
û hîç serî naçimînim
ji dadgeha xwedawenda re…
ezê êzingê hemî çiyan
li ber lingê te kom bikim
û agirekî mecûsîyan
ji bahozên zivistana te re vêxînim…
De kenê xwe li min pîroz ke
êdî min sitraneke evînî dive
ji kenê te yê nêrgizî
kenekî germ.. kenekî dil-vejîn…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê